20:26 20 Hezîran 2018
Pirtûk - Kitêb - pirtûxane

Rojnamevan û helbestkarê kurd Xelef Zêbarî koça dawî kir

© Sputnik / Mevlut Oguz
Jiyan
Lînkê kurt
0 10

Helbestkar û rojnamevan Xelefê Zebarî (Bengînê Zebarî) di 70 saliya xwe de li Washingtonê koça dawî kir.

Helbestkar, rojnamevan û pêşmergeyê berê Xelefê Zebarî (Bengînê Zebarî) di 70 saliya xwe de  li Washingtonê koça dawî kir.

Gelek ji helbestên helbestkar Bengînê Zêbarî ji aliyê hunermendên kurd ve bûne stran. Yek jî wan helbestan jî ‘Nesrîn' a navdar e ku ji aliyê hunermendê nemir Mihemed Şêxo ve bûye stran.

Hêjayî gotinê ye ku Zêbarî ji gundê Baniyê yê ser bi navçeya Akrê ya Herêma Kurdistanê bû û di sala 1974an de bêjerê Dengê Kurdistanê ya Iraqê bû, piştî sala 1975an çû Amerîkayê û di sala 1992an de, bû yek ji damezrînerên beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîkayê. Du pirtûkên Zebarî yên bi navê Zêra Reş û Warê Şêran hene û ji sala 2012an ve teqawît bûbû li Washingtonê dijiya.

Bi heman mijarî:

Hunermendê kurd: Polîsan ji min xwestin ku ez bibim sixûr
Wezîrê îranî serdana hunermendê kurd ê navdar kir
Pêşageha hunermendê kurd Mahmut Celayir li benda hunerhezan e
Peykerê hunermendê kurd ku hêj dijî hat danîn
Etîketan:
Nesrîn, Helberstkar, Rojnameger, Jiyan, Bengînê Zebarî, Xelefê Zebarî, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de