09:46 23 Hezîran 2018
Kevçî

Têkiliya zewicandina bi zorê û kevçiyan

CC0
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Malpera Al Kompisê vîdeoyeke balkêş bi sernavê ''keçvçî çawa tawanên zewicandina bi zorê derdixe holê" weşand û tê de behsa projeyekê kir bê jin dikare bi rêya kevçiyî xwe ji zewaca bi zorê xelas bike.

Vîdeo wiha dest pê dike: Wisa diyar e ku ji bilî pêxwarinê, gelek peywirên din ên kevçiyan hene. Bajarê Gothenburg(yê Swêdê) bangekê bo wan keçikan dike yên tên neçarkirin ku biçin welatekî din da ku bi zorê werin zewicandin."

Di wê bangê de tê xwestin ku ew keç kevçiyan bi kar bînin.

Li gorî nûçeyê, Lijneya Têkoşîna li dijî Tundûtûjî û Zordarkirinê ya li Gothenburgê ev proje pêşniyar kiriye.

Lijne ji keçan dixwaze ku kevçiyekî têxin bin cil û bergên xwe de veşêrin da ku dema di bin cîhazê X-Rayê yên li balafirgehan re derbas bibin, bên keşifkirin. Îca gava ew kevçî tê dîtin, karmendên balafirgehê wê dibin odeyeke ewle ji bo ji wan re bibêje bê hatiye neçarkirin an jî hatiye sinetkirin an na.

Hat diyarkirin ku ji karmendên balafirgehan hatiye xwestin ku hişyar bin, nexasim berî betlaneyên havînê, ji ber dibe ku keçan derxînin derveyî Swêdê.

 

Bi heman mijarî:

Qeyrana aborî ya Kurdistanê bandor li zewacê kir: Rojane 31 jin û mêr hev berdidin
Li Urmiyê qeza 5 jin mirin
‘Di sala 2017an de 52 rojnamegerên jin hatin binçavkirin'
Li dijî sivîlên ku jin û zarok jî di nav de êrişa çekdarî: 21 kuştî û bi 10an birîndar
Li Mêrdînê şer: 2 jê jin 10 kes birîndar bûn
HDP: Divê hemû jin xwedî li Kaftancioglu derkevin
Etîketan:
kevçî, zewicadina bi zorê, keç, Gothenburg, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de