16:28 20 Gulan 2018
    Cotek

    Carekê hevdu dîtin: Jinikê jê re 65 hezar peyam şandin

    CC0 / Pixabay
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Arîzonaya Amerîkayê jineke bi navê Jacqueline Ades ji zilamê ku bi tenê carekê dîtiye re zêdetirî 65 hezar peyamî şand. Li ser vê yekê Adesê bi hinceta tacîz, fişar û şopadina nepen ket girtîgehê.

    Li bajarê Phoneixê yê eyaleta Arîzonaya Amerîkayê jina bi navê Jacqueline Ades (31 salî) piştî ku zilamekî ku navê wê nehat aşkerekirin, nas kir, jiyana wê guherî. Adesê rojê 500 carî, bi tevahî 65 hezar carî peyam ji wî zilamî re şandin û ew tacîz kir. Ades ji ber sûcên tacîz, fişar û şopadina nepen (stalkkirin) hat girtin û 8ê Gulanê ket girtîgehê.

    Piştî ku bûyer di medya amerîkî de derket, televizyoneke amerîkî ji girtîgehê bi Jacqueline Adesê re hevpeyvînek kir.

    ‘BI MIN WISA HAT KU MIN HEVJÎNÊ RIHÊ XWE DÎT'

    Adesê diyar dike ku heçku min hevjînê rihê xwe dît, "min di go qey min hêvjînê ruhê xwe dîtiye û weke xelkê ez dê bikaribim bizewicim û dê her tişt xweş û geş be."

    Adesê da zanîn ku wê dixwest di xwîna wî mêrî de serê xwe bişo, "ji ber ku min ew çend jê hez kir, lewma min xwe ji bîr kir û wisa li min hat."

    ‘EVÎN, PROLEKIRIN E'

    Rayedaran da xuyakirin ku Adesê bi qasî saleke ew zilam tacîz kiriye û di meha dawiyê de dozaja wê tacîzê zêde kiriye.

    Li gorî îdiayan rayedaran jinik bi tenê qîma xwe bi peyaman ne aniye. Herwiha bêyî ku haya wî jê çêbibe çûye mala zilamê mexdûr û di serşoka wî de serê xwe şûştiye. Dîsa rojekê çûye kargeha wî mexdûrî û xwe weke ‘jina wî' nîşan daye.

    Ades, serpêhatiya xwe û rewşa ku niha tê de ye, bi kurt û kurmancî wiha vedibêje: Evîn prolekirin e!

    Bi heman mijarî:

    Ariç aliyekî din ê Cegerxwînî nîşan dide: Evîn aliyekî kêmnaskirî yê Cegerxwînî ye
    Di zindana Evîn a Tehranê de xwepêşandanekî jiyana xwe ji dest da
    Hevşaredara Şaxê Evîn Keve hate binçavkirin
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn, Ew û Eynik'
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Lacan û Mela' (nivîsareke li ser felsefeya evîn û baweriyê)
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn Mamosteyê Mezin e'
    Modela rûs bi bîkîniyê evîna xwe ji Darth Vaderî re eşkere kir
    Lionel Messî bi evîna xwe ya zaroktîyê re zewicî
    Belgefilma ‘Erbîl Evîna Min e' wê li Fasê bê weşandin
    Putin behsa evîna xwe ya pêşî kir
    Berken Bereh:` Divê her kurd hêrs û evîna xwe bi zimanê xwe vebêje `
    Etîketan:
    Girtin, Serpêhatî, PEyam, Evîn, Jacqueline Ades, Amerîka, Arîzaona
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de