20:57 22 Gulan 2018
    Tren- trên

    Şirketekê ji ber trena wê 25 saniyeyan zû bi rê ket, lêborîn xwest

    © AFP 2018 / GUENTER SCHIFFMANN
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şirketa The West Japanê ya rêyên hesinî ya Japonyaye lêborîn ji rêwiyên xwe xwest ji ber ku trêneke wê 25 saniyeyan ji dema diyarkirî zûtir bi rê ketibû.

    Şirketê li ser malpera xwe lêborînek weşand û tê de got, "em jidil lêborînê ji muşteriyên xwe dixwazin ji ber ew aciziya mezin a ku em bûne sedema wê."

    Li gorî nûçeya RTyê, pêwîst bû ku tren ku rawestgeha Nîştî Akaşiyê ya parêzgeha Hiyogoyê di sala 7:12 deqîqeyan de bimeşe lê saet 7:11an bi rê ket.

    Şirketê ragihand ku sedema trenê zû meşiyaye, şaşiyek e ku ajokarê trenê kiriye. Ajokarî wiha dizanî ku dema birêketinê 7:11 ye, lewra deriyên trênê girtine. Piştî wê haya wî ji şaşiya wî çêbû, lê li peyarêyê nerî û dît, kes tine lewra bi rê ket.

    Piştî wê derket holê ku hîn hinek rêwî hebûn ku ajokarî ew nedîtibûn û ew hiştibûn. Wan jî gilînameyên fermî dane şirketê.

    Bi heman mijarî:

    Bahoza li Amerîkayê trên ji rê derxist
    Li Îranê du trên li hev qelibîn: 36 kuştî û 95 birîndar
    Li New Yorkê trên ji ser hesin şemitî: Ji 100î zêdetir kes birîndar bûn
    Etîketan:
    lêborîn, tren, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de