17:35 23 Gulan 2018
    Şînahî, Sewze, remezan

    Di meha Remezanê de ji bo parastina çermî, pêwîst e tu çi bixwî?

    © AFP 2018 / MARWAN NAAMANI
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meha Remezanê dest pê dike ku ji ber dirêjbûna rojan û kinbûna şevan, gelekî zehmet derbas dibin û di encamê de laş û çermê mirovî gelekî diwestînin. Hinek xwarin û vexwarin hene ku divê mirov di vê mehê de bixwe da ku çermê xwe geş biparêze.

    Sibe li Herêma Kurdistanê û Rojava yekem roja meha Remezanê ye. Lê belê li hinek welatan û li Tirkiyeyê jî xelkê îro rojiyê digirin.

    Ji ber dirêjbûna rojan û kinbûna şevan, rojîgirtin gelekî zehmet derbas dibe ku mirov bo demeke dirêj bê av û xwarinê dimîne.

    Ev jî dibe sedem ku mirov zuha bibe û geşbûna xwe ji dest dide û herwiha tehdeyê li çermê mirovî dike û wî zuda dike lewra pêwîst e ku mirov hinek xwarinan li ser fitar û paşşîvê bixwe.

    Malpera Al Arabiyayê derbarê mijarê de nivîsek weşand û tê de diyar kir bê divê mirov hewl bide çi bixwe da ku çermê xwe biparêze û rê li ber zuhabûn û qermîçokan bigire.

    HERÎ KÊM 8 QEDEH AV VEXWE

    Vexwarina avê bi mêjera pêwîst, gelekî giring e da ku mirov ew şilemeniya di dema rojîgirtinê de ji dest daye vegerîne. Herwiha roleke avê ya sereke heye da ku nermbûn û geşbûna çermî ji zuhabûn û qermîçokan biparêze. Divê mirov di rojane herî kêm 8 qedeh av vexwe da ku laş û çermê xwe ji zuhabûnê biparêze.

    ŞÎNKAYÎ MIROVÎ JI TAVÊ DIPARÊZE

    Sewzeyên pel-şîn ji bo laşî gelekî giring in ji ber ku Vîtamîn A û mîneral tê de hene. Ev made jî di meha Remezanê de ji bo laşê mirovî gelekî giring in. Ew jî piştgiriyê didin çermî da ku xwe ji tavê û tîrojên wê yên tûj biparêze. Lewra seleteyên şînkayî di wan û spînaxê bixwin.

    GOŞTÊ SOR, Ê MIRÎŞKAN Û YÊ MASIYAN

    Goştê sor, ê mirîşkan û ê masiyan çavkaniya sereke ya proteinan e ku enerjiyê didin laşê mirovî. Herwiha antîoksîdant û mîneral di wan de hene ku hicreyan ji xerabûnê diparêzin. Lê giringiyê bidin wê yekê ku goştê hûn dixwin, kêm duhn be û mirîşk bêçerm be û masî jî biraştî bin da ku hûn zêde duhnî nexwin, ji ber ew dê geşbûna çermî kêm bike.

    BAQIL, FÊKILIYÊN HIŞKKIRÎ Û…

    Baqil û fêkiyên hişkkirî xwarinên bingehîn in ku divê mirov di meha Remezanê de têxe nav xwarinên xwe ji ber ku tijî lîf, mîneral û vîtamîn in û ev jî ji çermî re baş in û wî şil û geş diparêzin. Gûz, bindeq û fisteq û tiştên wek wan  jî bi heman awayî ji bo parastina geşbûn û xweşbûna çermî gelekî giring in.

    FÊKIYÊN SOR…

    Fêkiliyên wek tûerd, tû û qeresiyan bi vîtamînên wek A, C, Eyê gelekî giring in ku ev jî jehra laşî didin avêtin û hilberandina kolejenê zêdetir dike. Ev jî nermbûna çermî diparêze û dabîn dike ku geş, şidyayî û şil bimîne.

    HÊK Û MADEYÊN TÊ DE

    Hêk tijî vîtamîn B6 û madeya biyotinê ye ku ev jî beşdarî parastina hevgirtina bunyeya hicreyên laşî û neynûkan dibin û herwiha çermî, zelal û bêdeq diparêze. Herwiha madeya seleniumê ku di Hêkan de heye, çermî ji derketina deqan diparêze.

    AVOKADO TIJÎ VÎTAMÎN E Û ASÎDÊN BINGEHÎN E

    Asîdên duhnî yên bingehîn û vîtamîn E di avokadoyê de zêde ne ku ev jî çermî ji enfeksyon, lewitîn û zuhabûnê diparêzin, herwiha antîoksîdant jî di wan de hene ku ciwaniya çermî diparêze û nahêle zû pîr bibe.

    VEXWARINÊN SURIŞTÎ

    Ev vexwarin ji ber zengînbûna wan vîtamînan çermî geş diparêzin û ji hundir ve şil dihêlin. Lewra giringiyê bidinê ku hûn ava fêkiyên suriştî vexwin, nexasim ava ananas, qeresî û şemamokan vexwin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Remezan Kadirov dê serdana Sûriyeyê bike
    Dr. Xefur Remezan: Barzanî ti caran nebûye darê destê welatên herêmê
    DAIŞê tehdîda meha Remezanê li Amerîka û Ewropayê kir
    Waîzên Wehabî di meha Remezanê de wê terorîstan qanihî şer bikin!
    Grûbên terorîst ên Helebê digel meha remezanê jî êrişên xwe didomînin
    Etîketan:
    parastina çermî, çerm, Remezan, Tırkiye, Tirkiye, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de