17:36 23 Gulan 2018
    Parsek

    'Zengîntirîn parseka Libnanê mir'

    © Sputnik / Valeriy Melnikov
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Medyaya erebî ragihand ku jineke parsek di tirimbêla xwe de mirî hatiye dîtin ku piştî wê derketiye holê ku bi milyonan lîreyên wê yên libnanî hebûn û di hesabên wê yê bankayê de jî bi milyaran hebûn.

    Bikarhênerên medyaya civakî nûçeyek belav kir ku parsekek li taxa Besteyê ya Beyrûta paytextê Libnanê mirî di tirimêbla xwe de hatiye dîtin.

    Li gorî nûçeya Al Hurayê, Parsek îro çarşemê hatiye dîtin û piştî pişkinînê diyar bûye ku sedema mirinê, suriştî ye.

    Tiştê balkêş ew pereyên ku li cem wê hatibû dîtin; nêzîkî 5 milyon lîreyên libnanî(3300 dolar) bûn û herwiha deftera hesabên wê yên bankayê hebûn ku di wan de jî bi qasî milyar û heftsed milyon lîreyên libnanî de(1.145.650 dolar) hebûn.

    Hat ragihandin ku polîs niha lêpirsînê di bûyerê de dikin.

    Hêjayî gotinê ye ku medyaya erebî ev nûçe wiha da; "Mirina zengîntirîn parseka Libnanê".

    Bi heman mijarî:

    Li ser şûndevekişîna hêzên Rûsî yên li Sûriyeyê 5 tiştên divê werin zanîn
    Tivingên nîşangirîyê yên rûsî yên kêm têne zanîn
    Li dijî Balyozxaneya Iraqê êrişa bombeyî: Hejmara kuştî û birîndaran nayê zanîn
    Di Forûma Aborî ya St. Petersburgê ya 2017an de tiştên ku divê bên zanîn
    Bavikê pêşî yê mirovan yê tê zanîn, hate dîtin
    Balafirên nayên zanîn aîdî kijan dewletê ne li ser Efrînê digerin
    Etîketan:
    zengîn, parsek, Beyrût, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de