07:02 26 Gulan 2018
Kûçik

Almanekî li sûriyekî xist û kûçikên xwe berdan bi ser de

© AP Photo / Michael Probst
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Vîdeoyek li ser malpera Youtubeê belav bû ku xortekî sûrî nîşan dide bê çawa rastî êrîşa du kuçikan tê, piştî ku xwediyê wan herdu kûçikan, ew berdan bi ser wî xortî de.

Xortekî alman du kûçikên xwe yên har berdan bi ser xortekî sûrî de da ku dev lê bikin. Ev bûyer di demeke wiha de çêbû ku qurbanî li gel malbata xwe li gulistaneke bajarê Magdeburgê yê Almanyayê bû.

Li gorî nûçeya Washington Postê ya Amerîkayê, piştî xwediyê kûçikan ê 23ê salî dijûn dan koçberê sûrî û malbata wî, kûçikên xwe jî berdane bi ser de.

Polîsên Almanyayê duh duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku xwediyê kûçikan hatiye nasîn û kûçikên wî jê hatine stedin.

Herwiha li gorî daxuyaniyên polîsan, welatiyê sûrî jî rakirine nexweşxaneyê.

Bi heman mijarî:

Penaberê ku xiristiyanîtî bijart: Ez êdî ji ti tiştî natirsim
Li Almanyayê alîkariya ku penaberê bi 4 jin û 23 zarok digire bû sedema nîqaşê
Li Venedîkê li dijî penaberê xeniqî gotinên nijadperest: Vegere mala xwe
Etîketan:
xort, Kûçik, Magdeburg, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de