22:44 22 Gulan 2018
    Question

    Gelo çima 'nezanîn' hêz e?

    CC0
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporên derûnnasiyê li Almanyayê diyar kir ku ev demeke dirêj e, formûla "hêza nezanînê" ji bo gelek kesan bûye bijarteyek ku bi zanebûn wê dibijêrin.

    Profesorê Derûnnasiyê Gerd Giggerentzerî got, "mirov bi zanebûn xwe ji nûçeyên xerab diparêzin da ku xwe ji stresê dûr bixin û wê kêm bikin."

    Pisporên li peymangeha Max Blankê ya Bipêşxistina Mirovî li Berlînê lêkolînek pêk anî ku li gorî wê, 90% ji mirovan naxwazin bizanin bê dê di çi mercan de bimirin û herwiha nixwazin bizanin bê têkiliya wan a zewacê dê çawa bi dawî bibe.

    Herwiha mirovên ku ji surprîzan hez dikin,  "nezanîn" heyecanekê li gel wan çêdike wek mînak, 30-40% ji dê û bavan naxwazin bizanin bê zayenda pitika wan a ku dê çêbibe çi ye.

    Ji aliyê din ve, ew kesên ji qestî ve naxwazin agahiyên şexsî yên kesên din bizanibin, dikarin bêtir bêalî bin û herwiha di mijarên civakî û qanûnî de jî objektîvtir in. Wek mînak li Amerîkayê, eger di dosyaya tawanbaran de agahî hebin ku wan berî niha tawan kirine, destûr tine dadwer dosyayên wan bixwînin.

    Bi heman mijarî:

    Hostesa ku xwe ji balafirê avêt jiyana xwe winda kir
    Di şewata malê de dayîk û 5 zarok jî di nav de bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Tirkiyê balafireke F16 ket: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Fransayê kirîza rehînegirtinê 3 kes jiyana xwe ji dest dan
    Pêşmergeyekî HDKê dawî li jiyana xwe anî
    TSK: Li Efrînê 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan
    Li Rûsyayê MALLa ku 64 kes tê de jiyana xwe ji dest dabûn bêdestûr derket
    Li sînorê Xazeyê rakêşî: 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    nezanîn, zanîn, Gerd Giggerentzer, Berlîn, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de