17:05 26 Gulan 2018
rawest-lêkolîn

Encama ankêta di derbarê hilbijartinan de ya li bajarên kurda hat kirin diyar bû

© Sputnik /
Jiyan
Lînkê kurt
0 10

Saziya lêkolînan ya bi navê Rawest li Amedê di bernameyekê taybet de, encamên anketa xwe ya ku demeke li bajarên kurdan dikirin parve kir, Demirtaş û Erdogan çiqas deng distînin diyar bû.

Navenda lêkolînan Rawest demeke dirêj e ku li bajarên Agirî, Batman, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha û li Wanê di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de anketê dike. Rawest encama ankêta xwe îro di resepsiyona destpêkirina xwe ya fermî de bi raya giştî re parve kir.

Rawest ragihand ku ew kesên ku di anketê de cih girtine nasnameya wan a etnîkî bi vê awayê ye: Kurmanc ji sedî 65.6, zaza ji sedî 11.8, tirk ji sedî 11.4, ereb ji sedî 4.2, yên din ji sedî 2.4 in.

Rawestê ev pirs ji beşdaran kir: "Di hilbijartina Serokkomariyê de hûnê dengê xwe bidin kî?" Yên ku bersiv dane ji sedî 49.5 gotine em ê dengê bidin Selehattin Demirtaş, yê ku gotine em ê dengê xwe bidin Recep Tayyib Erdogan ji sedî 40.5 in. Yên Muharrem Ince ji sedî 5.0, yên Meral Akşener ji sedî 3.3 nin.

rawest-lêkolîn-anket
© Sputnik /
rawest-lêkolîn-anket

Ji beşdaran ev pirs jî hatiye kirin: "Herçiqas hûn dengê xwe nedin HDPê jî hûn dixwazin ku HDP ji berajê derbas bibe?"
Kesên ku bersva vê pirsê dane ji sedî 60.9 gotine ‘erê', ji sedî 17.3 jî gotine ‘na'.

Bi heman mijarî:

Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
'Eger werim hilbijartin ez ê Hulusi Akar ji wezîfê bistînim'
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
Etîketan:
anket, hilbijartin, rawest, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de