05:30 22 Gulan 2018
    Nisêbîn

    Li Nisêbînê zarokekî ji ber teqîna bombeye canê xwe ji dest da

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbîn a bajarê Mêrdînê zarokekî 11 salî ji ber teqîna bombeyê canê xwe ji dest da.

    Li gor zanyariyên berdest, li navçeya Nisêbîn a bajarê Mêrdînê zarokê 11 salî yê bi navê Hogir Kayran ji ber teqîna bombeyê canê xwe ji dest da.

    Li taxa Dîcle ya Nisêbîna Mêrdînê zarokê 11 salî yê bi navê Hogir Kayran dema ku pezê xwe li cihekî ku bermahiyên xaniyan hatine avêtin diçêrand li erdê madeyeke hesinî ku bombe bû dît û li gor îdîayan bombe bi Kayran de teqiya.

    Di encama teqînê de zarokê 11 salî birîndar bû bi alîkariya welatiyên nêzîkî cihê bûyerê Kayran bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Nisêbînê. Lê digêl hemû mudaxeleyan Kayranê 11 salî canê xwe ji dest daye. Termê Kayranê 11 salî ji bo tiba edlî rakirin morga heman nexweşxaneyê.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber operasyonan rêya Nisêbîn û Midyadê 3 roj in girtiye
    NY: Tirkiyê Nisêbîn bi çekên giran wêran kir
    Balafirên şer ên tirk Nisêbîn dan ber bombeyan!
    HDPê Idiaya bombebarankirina Nisêbîn bi balafiran bir parlementoya Tirkiyeyê
    Li Nisêbîn û Geverê qedexeya derketina derve hat îlankirin
    Etîketan:
    Li Nisêbînê teqîn, Hogir Kayran, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de