06:58 26 Gulan 2018
Bav û zarok

Van gotinan ji zarokên xwe re bibêjin da ku serkeftî bibin

CC0 / Pixabay
Jiyan
Lînkê kurt
0 30

Dê û bav her dem hewl didin ku zarokên xwe baş perwerde bikin da ku jiyaneke serkeftî bi dest bixin û serkeftî bin.

Baxçeyên Hevselê-2
© Sputnik / Sertaç Kayar
Lê gelek kes nizanin ku ew bi xwe ne yên ku mala zarokên xera dikin û carinan tenê bi çend gotinên besît wî tiştî dikin.

Malpera Fatherly reçeteyeke hêsan dike da ku mirov jiyaneke serkeftî ji zarokên xwe re dabîn bike.

Ew reçete ji 8 pendan pêk tê ku dê û bar wan pêk bînin û her ji zarokên xwe re bibêjin, zarokên wan dê di jiyana xwe de serkeftî bin.

PEYV WIHA HATINE RÊZKIRIN:

1- Ji te hez dikim

Dibe ku hinek şerm bikin ku her dem ji zarokên xwe re bibêjin, "ji te hez dikim" û wiha bifikire ku ew ê bi veşartina hestên xwe li ber çavên zarokên xwe mezintir û rûmetdartir bixuyê lê nizane ku bi wî awayî zarokên wî wateya peyva "hezkirinê" ji binî ve ji dest didin û wiha dikin ku ew zarok nikaribe ji kesekî din hez bike.

2-Ez nizanim

Dê û bav wiha difikirin ku divê her tiştî bizanin li gel ku kêm dizanin. Tiştekî şaş tine ku dê û bav ji zarokên xwe re bibêjin ku bersiva hinek tiştan nizanin. Nexasim gotina rastiyê gelekî baştir e ku mirov tiştekî li hev bîne û nebêje ku nizane. Ji ber dibe ku gava ew zarok mezin bibe, ew tişt dibe encamên xerabtir bi xwe re bîne.

Gotina "ez nizanim" gotineke gelekî beraqilane ye lê divê piştî wê hewl were dan ku mirov hîn bibe. Ev tişt ne gelekî zehmet e. Li vê cîhana han, çi pirsyara zarokek bike, mirov dikare bersiva wê pirsyarê li ser kompûterên qerase werin dîtin ku di bêrîka her kesî de hene.

3- Ji kerema xwe

Gava tu gelek caran ji zarokê xwe re bibêjî, "ji kerema xwe", ev tişt dê baweriya wan bi wan bîne û dê bihêle ku wiha hîs nekin wek ku xizmetkarên dê û bavên xwe ne û fermanên wan pêk tînin.

4- Spas

Gotina peyva "spas" jî dê hesta rêzgiritna li xwe, hesta rêgirtina li kesên din li ba zarokan biafirîne ji ber kesê spasî lê tê kirin dê bikare spasiyê jî bike.

5 — Biborîne

Dê û bav her dixwazin zarokên wan dilnizm bin û şaşiyên xwe qebûl bikin. Ev tişt dê çênebe, eger tu li ber wan şaşiyên xwe qebûl nekî û li ber wan nebêjî, "biborîne, ez şaş bûm".

6. Ez li te guhdarî dikim.

Carinan zarok wiha difikirin ku tenê hêrs, qêrîn û torebûn ew rê ne ku bihêlin dê û bavê wan li wan guhdarî bikin. Ev jî dibe sedema kêşeyên cidî di reftarên wan ê paşê de. Lê gava zarok pê bihese ku tu lê guhdarî dike û her dem giringiyê didî nerînên wî, dê rêya danûstendina wî bi jiyanê û bi te re biguhere.

7- Gelo ev rast e?

Dibe ku dubarekirina vê pirsyarê li ber guhê zarokê te, tekane rê be da ku ji wan fikirên neyênî yên di serê xwe de derbas bike. Wek mînak: Ti kes ji min hez nake, her kes nefretê ji min dike û fikirên wek van ên neyênî lê gava tu vê pirsyarê bikî, dê mejiyê wî wiha bike ku ev fikir ne fikirên rast in û dê bi hêsanî vegere rastiyê.

8. Erê

Gotina 'erê' bi gelekî ji peyva "na"yê hêsantir û besîtir e. Lewra bila ew gotin gotina yekem be ya ku were bîra zaroka te, ji bo ku hûn bikarin wê baweriya di navbera xwe de biparêzin. Eger zarok her dem gotina "na" ji te bibihîze, dê baweriya wî bi te nemîne û ev jî dê bihêle ku dîwarekî derveyî ava bike ku dê bandorê li jiyana wî bike.

Bi heman mijarî:

UNESCO dê muzîka kurdî biparêze!
Li Stenbolê êrîşî karkerên li muzîka kurdî guhdarî dikirin kirin
Dibistanekê ji ber guhdarkirina muzîka kurdî doz li 6 xwendekaran vekir
Muzîka kurdî bû sedema mohrkirina çayxaneyê
Etîketan:
têkiliya dê û bav û zarokan, zarok, bav
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de