04:26 28 Gulan 2018
Erdhej - Îran

Li Îranê erdhejeke bihêz: 82 birîndar

© Sputnik / Sertaç Kayar
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku erdhejeke bihêz li başûrê rojavayê Îranê pêk hat û di erdhejê de 82 kes birîndar bûn.

Erdhej
© AFP 2018 / Sam Yeh
Li gor nûçeyên ajansên îranî, li başûrê rojavayê Îranê li herêmên Yasûc, Çîtab û Sîsextê erdhejeke bi dijwariya 4.8 pêk hat.

Li gor agahiyan erdhej li Yasûcê bi kûrahiya 20 kîlometro, li Çîtabê bi kûrahiya 6 kîlometro û li Sîsextê jî bi kûrahiya 9 kîlometro pêk hat û di erdhejê de ji xeyrî kesên birîndar ziyanê aborî jî çêbûye.

Çapemeniya Îranê di nûçeyên xwe de ragihandin ku ji ber erdhejê 82 kes birîndar bûne û hemû rakirine nexwaşxaneyan. Piştî dermankirinê 11 kes li nexweşxaneyê hatine razandin û yên mayîn jî rêkirine malên wan.

Bi heman mijarî:

Li Deryaya Egeyê bi pîleya 4.2 erdhej pêk hat
Li Otlukbeliya Erzîncanê erdhej çêbû
Li Agiriyê erdhej qewimî
Li Bolivyayê bi dijwariya 6.8 erdhej
Li Elezîzê erdhej çêbû
Li Amedê erdhej pêk hat
Etîketan:
Li Îranê erdhej, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de