18:03 21 Gulan 2018
    Seks, eskort

    Muptelayên seksê li ‘çareseriyê' digerin!

    © AP Photo / Jae C. Hong
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji bo muptelayên seksê li çareseriyekê digere û amadekariyan dike ku di Gulana 2019an de wê muptelatiyê tev li ‘Pergala Tesnîfkirina Nexweşiyên Navdewletî' bike.

    "Min rojê 5 caran seks dikir lê hêj têr nedibûm. Dema ji xew radibûm tişta ku ewil dihate bîra min seks bû û di nava rojê de jî ji serê min dernediket."

    ‘JI BER VÊ ŞERMÎNIYÊ JI MAL DERNEDIKETIM Û MIROVAN JÎ ALÎKARIYA MIN NEDIKIR'

    Rebecca Barker a dêya 3 zarokan wiha dixaive û desntîşan dike bê çawa muptelatiya seksê têkiliya wê bi hevjînê wê re xira kiriye. Barker ji ber muptelatiya xwe ya seksê dirêjahiya 4 salan de ji hevjînê xwe xwestiyê pê re bi hev şa bibe û ji ber vê şermîniyê ji mal dernediketim û mirovan jî tu alîkariya min ne dikir, "Kurtedemekê ez rahet dibûm lê piştî 5 xulekan bi şûn de min car din dixwest."

    Li gorî Nûçeya BBC ya tirkî saziya alîkariyên mirovî ya îngilîzî Relate alîkariyan dide kesên muptela yên weke Barkerê. Partner serê pêşî ji vê peywendiyê şa dibin lê piştî kurtedemekê muptelatî veduhere kêşeyeke bê çareserî. Partnerê Barkerê fikiriye ku ew bi yekî din re hatiye xapandin.

    ‘SERPÊHATIYEKE TIRSNAK Û BERBAD BÛ'

    Kesekî din ê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin bi navê kod Graham jî muptelayekî seksê ye. Jina xwe bi sedan jinên laşfiroş re xapandiye û ev hestên xwesûcdarkirinê jiyana wî dagîr kiriye. Grahamê li dora 60 salî diyar dike ku ji bo karmendên seksê bi sedan Sterlîn xerc kirine, "Serpêhatiyeke tirsnak û berbad bû. Bi tu awayê seksî filan jî nebû. Qet ne seksî ye ku tu sibehê bi nexweşiya Klamidya (nexweşiyeke ku bi peywendiya seksê derbasî mirovan dibe) re hişyar bibî."

    "Pêşî bi yekî li ser kar re dest pê kir û paşê jî dewam kir. Ya min ne dişibaha macerayeke wan kesên ku zewaceke wan a neşad hebû, ya min muptelatiyeke ku divê her roj were xweyîkirin."

    ‘WEKÛ TU ALKOLÎK BÎ, TU JI XWE RE DIBÊJE EZ ÊDÎ QET VÊYA NAKIM LÊ EV FETL Û ÇERX HER BERDEWAM DIKE'

    "Weke ku tu alkolîk bî. Ewil hesta ku tu yê seksê bikî jî tê serxweş dike, piştî tu sekê dikî, tu ezabê ujdanî dikşîne û tu ji xwe re dibêje ez êdî qet vêya nakim lê belê ev fetl û çerx her wisa berdewam dike."

    Li gorî heman nûçeyê bi e-maileke ku hevjîna Grhamî dîtiye, jiyana wî guheriye û bi muptelatiya xwe re rû bi rû bûye. Grhamî bi saya navenda Muptelayên Seksê Anonîm (SAA) ya li Brîtanyaê ligel hev maye û zewaca xwe domandiye. Piştî pêvajoya tedawiyê Grahamî peywendiyên seksê yên ji bilî hevjîna xwe terikandine.

    DERBARÊ MUPTELAYAN SEKSÊ DE HINDEK ZANYARIYÊN KU TÊNE ZANÎN

    • Ji hemû cûre peywendî û aktîvîteyên seksê yên ‘bê kontrol' re ‘muptelatiya sekse' tê gotin.
    • Li Komelaya Tedawîkirina Muptelayên Seksê ya li Brîtanyayê terapîstên seksê li gorî 5 salên raboriyê 5 qetan zêde bûye.
    • Li gorî amarên lêkolînan qadên tedawiyê nêzîkî 90 ji sedî muptelayên selsê zilam in.
    • 31 yek sedî di navbera salên 26 û 35 an.
    • SAA bi rêbaza ‘jêrevînê' ji muptelatiya tedawî dike.

    • WHO amadekariyê dike ku di Gulana 2019an de têgeha ‘Nexweşiya Peywendiyên Seksê ya Kompulsîf' li ‘Pergala Tesnîfkirina Nexweşiyên Navdewletî' zêde bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Xeyala hakema herî seksî ya rûsî birêvebirina maça Kûpa Cîhanê ye
    Terefgira herî seksî ya futbola Rûsyayê hat hilbijartin
    Dapîra herî seksî ya Rûsyayê
    Vîdeoya stranbêja ku bi tawana mûz bi awayekî seksî xwariye hat girtin, hat weşandin
    Pêşkêşvana rûsî îranî neşikandin û di pişkavêtinê de cilên seksî li xwe nekirin
    Laşciwana rûsî Kuznetsova: Her jin seksî ye
    Nivîskarê Rûsî Gogol bû ‘dedektîfekî seksî’!
    'Itfaîyekara herî seksî ya cîhanê' ji Spûtnîkê re peyivî
    Modelên seksî yên Rûsî hêrsa rêveberiya otela Dubayî anîn
    Etîketan:
    Nexweşiya Peywendiyên Seksê ya Kompulsîf, Muptelatia Seksê, Seksê, Muptelatî, Nexweşî, WHO, SAA, BBC Tirkî, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de