20:59 22 Gulan 2018
    Michael Jackson

    Pêlava Michael Jacksonî ya "efsûnî" di mezadê de tê firotin

    © AP Photo / Cliff Schiappa
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêlava Michael Jacksonî ya ku bê dansa Moonwalkê kiribû dê 26ê Gulanê di mezadeke giştî de li wîlayeta Kalîfornyayê ya Amerîkayê bê firotin.

    Li ser malpera mezada vekirî hat ragihandin ku Jacksonî ev pêlava ku ji aliyê Florsheim Imperial Michael Jacksonê hatiye çêkirin di prova strana Billie Jean li xwe kiribû.

    Jackson di wê showê de bo cara yekem dansa xwe ya bi navê Moonwalkê nîşan da û herwiha li ser yek ji wan pêlavan wiha tê nivîsîn: "Michael 2."

    Berî niha ev pêlav nedihatin firotin ku mesrefa wan dora pênc hezar dolarî ye.

    Pêlava Michael Jacksonî
    Pêlava Michael Jacksonî

    Kesê ku wê pêlavê bikire dê nameyekê ji dîzaynerê dansê û danserê navdar Lister Wilsonî jî bigire ku li ser dinivîse ku "Jacskon ev pêlav piştî provayê dayê" ku ew dibêje ev "pêlav efsûnî ye."

    Bi heman mijarî:

    Bajar strana Michael Jackson bi kurdî got
    Strana HDPê ya kurdî "Bêjin Na" li Amedê hat qedexekirin
    Strana ‘Bêjin Na' li giştiyê Tirkiyeyê hat qedexekirin
    Soylu: Min ji walî re got vê strana ‘Bêjin Na' qedexe bikin
    Tê îdiakirin ku Serdar Ortaç strana Koma Wetan diziye
    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn
    Etîketan:
    Moowalk, mezada firotina tiştên navdaran, pêlava Michael Jacksonî, mezad, Michael Jackson
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de