17:06 24 Gulan 2018
    Gheorghe Popescu-Fitbolîstê Galatasarayê yê berê

    Galatasarayê krampona Popescu derxist firotinê

    © Sputnik / Vadim Ghirda, File
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kûluba Galatasarayê ya Tirkiyeyê krampona fitbolîstê xwe yê berê Gheorghe Popescu ku di pêşbirka fînala Kûpaya UEFAyê de penaltî bi wê bikaranî bû û bi golê encam kiri bû derxist firotinê. Ji aliyê din ve fitbolîstê berê yê rûmen Popescu li ser hesabê xwe yê facebookê ji ber firotina kramponê kêfxweşiya xwe anî ziman.

    Yek ji fitbolîstê kedkarê bidestxistina kupaya UEFAyê yê tîma Galatasarayê Gheorghe Popescu, di pêşbirka ku li Kopenhagê hat lîstin de bi penaltıya kir gol ve kupaya UEFAyê ji tîma xwe Galatasarayê re dabû qezençkirin. Herwiha kûluba sor û zer krampona Gheorghe Popescu yê rûmen derxist firotinê. Li gor nûçeya Haberturkê pereyê ku ji kramponê bê bidesxistin wê li wekfa fitbolîstê rûmen Mihai Neu bê bexşandin ku di tîmên Steaua Bukreş û Utrechtê de fitbol lîstiye û di sala 2011an de felç derbas kiriye.

    Fitbolîstê berê Gheorghe Popescu li ser hesabê xwe yê facebookê kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: "Van kramponan kêfxweşiyek bêhempa bexşî min kir, bi formeyê Galatasarayê demên xweş bi min da jiyîn. Ez hêvî dikim bi van pereyên kramponê kesên hewcedar bextewar bin."

    Bi heman mijarî:

    Di Lîga Şampiyonan û ya UEFA Ewropayê de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn
    Di lîga UEFA Ewropayê de tîmên tûra nîvfînalê diyar bûn
    Pêşbirka Lîga Şampiyonan: Real Madrid 1-3 Juventus
    Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê
    Lîga Swêdê: Dalkurd FF 3-0 Ostersund
    Etîketan:
    krampon, kûpa, uefa, galatasaray, Gheorghe Popescu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de