05:08 21 Nîsan 2018
    Cenazeyê Karlov li Moskowê hat pêşwazîkirin

    Pisporê çînî jî şîfreya telefona katilê Karlov neşikand

    © Sputnik / Valery Sharifulin/Pool/Tassphoto
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporekî çînî ku ji Brîtanyayê ji bo şikandina şîfreya telefona polîsê ku Balyozê Rûsyayê yê li Eneqereyê Andrey Karlov kuştibû Mevlut Mert Altintaş anî bû jî şifre neşikand.

    Li gor nûçeya Hasan Benliyê rojnameya Hurriyetê ku ji çavkaniyên dozgeriyê bidest xistiye, li edliyeya Enqereyê ji bo şikandina şîfreya telefona polîsê katil Mevlut Mert Altintaş odeyeke taybet hatiye avakirin û çûnûhatina odeyê jî bi kontrol tê kirin.

    Hewldana şikandina şîfreya telefona polîsê katil Altintaş bi çavdêriya dozger Adem Akinci 72 seetan dewam kir, lê digel hemû hewldanan jî ji ber şîfreya duyemîn tu encam nehat bidestxistin.

    Şîfreya ku ji 16 tîpan pêk tê digeh hemû xebatê jî nehat çareserkirin. Berê şîfreya telefonê ji şirketa Appleyê hatibû xwestin, lê şirketê şifre nedabû.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta rûsî, dosyayên Altintaş ku jê biribûn dîtin
    Peyamên Altintaş ku Karlov kuştibû bi compîterekê hatine jêbirin
    Serdozgerî: 5 abêyên FETO emrê kuştina Karlov dane Altintaş
    Malbata qatilê balyozê rûsî hê jî cenazeyê Altintaş teslîm wernegirtiye
    Qatil Altintaş gelek caran li wêneyê Karlov temaşe kiriye
    Etîketan:
    katilê balyozê rûsî, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de