14:52 22 Gulan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Keşeyê ku Trump daxwaza berdana wî dikir îro derdikeve pêşberî dadger

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson ku li Îzmîrê bi îdîaya ku li se navê PKK û FETOyê sûc kiriye û bi 35 salan tê darazandin îro derdikeve pêşberî dadger.

    Keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson ku li Îzmîrê bi îdîaya ku li se navê PKK û FETOyê sûc kiriye îro li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn derdikeve pêşberî dadger. Brunson bi 35 salan tê darazandin.

    Andrew Craig Brunson wê bi wergerî parastina xwe bike. Brunson bi îdîaya ku li ser navê PKK û FETOyê sûc û di çarçoveya staretejiyên rêxistinên navborî de bi zanebûn hevkarî kiriye derheqê wî de doz hatibû vekirin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza berdana keşe Brunson kiribû. Hinek senatorên Kongreya Amerîkayê ji bo ku di 16ê Nîsanê de danişîna Brunson temaşe bikin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Trump bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Amerîka: Trump bi awayekî vekirî û tund bi Erdogan re axivî
    Trump û Erdogan ji bo Minbicê dê hevdîtinê bikin
    Erdogan û Trump bi telefonî axiftin
    Etîketan:
    Keşeyê amerîkî, Andrew Craig Brunson, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de