06:22 21 Gulan 2018
    Bîranîna Enfalê

    Xortekî kurd ji bo bîranîna karesta Enfalê tesbîheka 800 metreyî û 182 hezar berikî çêkir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Jiyan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Bi helkefta bîranîna karesata Enfala ku tê de bêtirî 182 hezar mirovên kurd, ji zarok û jin û zelam û pîr û kal bi destê rejîma Sedam Husênê di sala 1988an de hatin kuştin, xortekî kurd bi navê Huner Şerefanî bi mebesta rêzgrtina bo vê bîranîna diltezîn tesbîheke heşt sed metreyî çêkir û ji 182 hezar dendikan anku berikan pêk hatye.

    Huner Şerefanî xelkê nehyeya Qesrokê ya bi ser qeza Şêxanê li parêzgeha Duhokê bo Spûtnîk Kurdistanê ragihand.

    ‘182 BERIKÊN TESBÎHÊ 182 HEZAR QURBANIYÊN ENFALÊ TEMSÎL DIKIN'

    Şerefanî got, "ji sala 2015an ve, ev fikr kete serê min ku ji bo rêzgirtin ji giyanê wan qurbanyên Enfala ez tesbîheke weha dirêj û mezin çê bikem. Ev tesbîhê nêzî 800 metreyî dirêj e û ji 182 hezar dendikan anku berikan pêk hatiye ku ramana wan 182 hezar mirovên sivîl dide ku di piroseya Enfalan de hatîne kuştin û çarenivîsa wan ta niha ne diyar."

     ‘ÇIQASÎ GELÊ KURD BIKÛJIN Û ENFAL BIKIN EW HINDÊ LI SER BERXWEDANA XWE XURT DIBE’

    Şerefanî wiha berdeam kir: "herweha min berkên dara zeytunê bikaranîne bo çêkirina wê ji ber ku dara zeytunê weku miletê kurd e, wê çiqasî bibirin û bi şewitînin, ew hinde xurt dibe û dîsa şîn dibe. Miletê kurd jî çiqasî bikûjin û Enfal bikin ew hinde li ser berxwedana xwe xurt dibe."

    Bi heman mijarî:

    KCD: Di ser komkujîya Enfalê 32 sal derbas bûn
    Barzanî ji bo Enfalê: Baştirîn wefa pêşeroja azad û serbixwe ye
    Parlamentoya Iraqê Roja Enfalê weke Roja Niştimanî ya Iraqê ragihand
    Yildirim:'Divê Tirkiye Enfalê wekî jenosîd binase'
    Etîketan:
    Bîranîna Enfalê, Bîranîn, Enfal, Huner Şerefanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de