15:52 21 Gulan 2018
    medyaya civakî-sosyal medya-facebook-twitter-instagram-youtube-whatsapp-telegram

    Nifşê Zyê ji înternetê sar bû: Ez wiha hest pê dikim ku ez hatime dawiya înternetê

    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 30

    Kesên ku di navbera salên 1998an û 2010an de çêbûne ango Nifşe Zyê ji înternetê sar dibin. Herwiha ciwan ji telefonên biaqil jî êdî aciz dibin.

    Li gorî zanyariyên nûçeya The Daily Beastê ciwanên nifşê Zyê bi awayekî berbiçav ji înternetê sar bûn. Gelek ciwan ji telefonên biqail jî êdî aciz dibin û înternet jî cazibeya xwe ya berê wenda kiriye lewra ciwanên îro bi hêviya keşifkirina tiştekî nû ji telefonên xwe li 20-30 sepanê dinerin, vedikin û digirin lê aciziya wan dewam dike.

    ‘DEMA KU TIŞTEKÎ KU HUN BI TELEFONÊN XWE BIKIN NEMÎNE ACIZÎ DESTPÊ DIKE'

    Damezirînerê The Ambassadors Companyê Maxine Marcus ê 17 salî diyar dike ku dema ku ew bi telefona xwe re mijûl dibe aciz dibe û wiha diaxive, "Dema ku em bi saetan bi telefonên xwe mijûl dibin ji we were ku em şa dibin an jî bi karekî re mijûl dibin lê na. Dema ku hun fotografan parve dikin, diecibînin, şîroveyan dikin an jî dema ku hûn li ser telefonên xwe li tiştekî temaşe dikin jî hun aciz nabin lê dema ku tiştekî ku hin telefonên bikin nemîne acizî dest pê dike."

    Sarah a 14ê salî ya ku li New Yorkê dijî rewşê wiha vedibêje: "ez li Instagramê dinerim, dibînim ku mirov li ser heman mijaran diaxivin. Wê demê ez ji xwe re dibêjim ‘Min berê ev dîtibû/bihîztibû'. Heman rûj, heman birû, heman qerf û henek…"

    ‘CARINAN WIHA HEST PÊ DIKIM KU EZ HATIME DAWIYA ÎNTERNETÊ'

    Violet ê 15 salî ku li Brîtanyayê dijî jî heman tiştan hez dike, "Carinan bi min wisa tê ku hemû tiştên ku dikarim li ser înternetê bibînim, heçku min dîtiye. Ez li malper û sepanên cuda cuda dinerim. Carinan wiha hest pê dikim ku ez hatim dawiya înernetê."

    ‘HUN ŞÎROVEYAN DIKIN, ŞANDEYAN DIECIBÎNIN, RÛPELAN DIŞOPÎNIN, ÎNTERAKSIYON ZÊDE DIBIN. BI DEMÊ RE EV REWŞ JÎ ASAYÎ TÊ, DÎSA ACIZÎ DESTPÊ DIKE'

    Ariannaya 14 salî jî dide xuyakirin ku telefona xwe ewil a biaqil 3-4 sal berê stendiye û wisa axift, "serê pêşî dema hun dikevine medyaya civakî bi we xweş tê. Hun şîroveyan dikin, şandeyan diecibînin, rûpelan dişopînin, înteraksiyon zêde dibin. Bi demê re ev rewş jî asayî tê û bi demek şûnde dîsa acizî dest pê dike."

    Ingrid a 16 salî ku li Minesotayê dijî jî destnîşan dike ku "her nifş xwedî taybetmendiyekê ye," Addiayê 15 salî jî ev got, "Aciziya me ne şibe ya zaroktiya dê û bavên me."

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Li ser 242 hesabên medya civakî lêpirsîn hat destpêkirin
    Şopa keça Skrîpal di medya civakî de hat dîtin
    Pora senatora rûsî li ser medya civakî deng veda
    Ji destpêka operasyona Efrînê 786 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
    AYM: Derbirina ser medya civakî azadiya ramanê ye
    Wêneyên çîptazî yên mankenan medya civakî tevlî hev kir
    Li Dîlokê 16 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Nifşê Zyê, Telefonên Biaqil, Medyay Civakî, Ciwan, Medya, înternet, The Daily Beast, Maxine Marcus, Minnesota, Brîtanya, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de