00:45 26 Nîsan 2018
    Rêzerestoran rûsî Teremok

    Ji rêzerestorana rûsî re pirsên balkêş: Hun civînên nepen dikin, hun girêdayî Pûtîn in?

    © AFP 2018 / ALEXANDER NEMENOV
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûsofobî vê carê li dijî rêzerestoran fast-fooda rûsî Teremokê derket holê. Li tekane şubeya restoranê li derveyê welêt a li New Yorekê di dema kontrolên rûtîn de pirsên balkêş ên weke “Hun li qeta jêrzemînê civînên nepen dikin? Hun girêdayî Pûtîn in?” hatin pirsîn.

    Di dema kontrola rûtin a restorana rûsî ya bi navê Teremokê ya li New Yorkê bûyereke hîsterîk qewimî.

    Damezirîner û xwediyê restoranê Mihail Gonçarov ragihand ku di dema kontrola rûtin a restorana rûsî ya Teremokê de bi nêzîkatiyeke neyarana re rû bi rû mane û ji wan hatiye pirsîn bê gelo ew li qeta jêrzemînê civînên nepen dikin an na?

    Gonçarov eşkere kir ku pirsên weke "kompaniya we girêdayî Pûtîn e?" ji wan hatine pirsîn û lê zêde kir "Gelo li Rûsyayê jî pirsên wiha ji McDonaldsê tenê pirsîn?"

    Gonçarov di meha Rêbendanê de daxuyaniyek dabû û gotibû li Moskowayê McDonalds bi îmtiyaz û Teremok neçar maye ku pê re têkeve reqabetê û bi vî hawî hewil tê dayîn ku kompaniyên rûsî ji nav bêne birîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî restorana tirkan êrişa çekdarî: Herî kêm 28 kuştî
    Perêyê taksiya êrişkarê Reînayê xebatkarên restorana Uygurê dan
    Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye
    Balafira pêşîn ya ku dîplomatên rûsî ji Amerîkayê tîne, gihîşt Moskowê
    Gurcistan bi hinceta bûyera Skripal dîplomatekî rûsî wê dersînor bike
    Jinên rûsî di zilaman de giringiyê didine çi?
    Etîketan:
    kompaniya rûsî, îmtiyaz, Kontrol, Rûsofobî, Teremok, Mihail Gonçarov, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de