18:22 19 Nîsan 2018
    Dmitriy Peskov

    Kremlin: Şerê dîplomatîk yê bi Amerîkayê re me neda destpêkirin

    © Sputnik / Vladimir Astapkovich
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov “şerê dîplomatîk me neda destpêkirin. Dersînorkirina 60 dîplomatên Amerîkî û girtina Balyozxaneya li St. Petersburgê wek bersivdayînekê hat kirin."

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re de anî ziman ku: Rusya tu carî nexwestiye bi kesî re bikeve şerê dîplomatîk. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Amerîka jî di nav de dixwaze ku bi hemû welatan re têkiliyên baş daynin. Yên ku şerê dîplomatîk da destpêkirin û dîplomat dersînor kirin ne Rûsya bû.

    Peskov destnîşankir ku Rûsya dixwaze peywendiyên baş dayne û xurttir bike. Peskov di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku "dema ku wexta wê hat Rûsya di biryardayîna dersînorkirina dîplomatan de tu car wê derengî nemîne."

    Bi heman mijarî:

    Kremlin bersiva Johnsonî da: Şibandina Pûtînî bi Hitlerî nayê qebûlkirin
    Kremlin: Erdogan li ser ketina balafira rûsî serxweşî da Pûtîn
    Kremlin: Welatên piştgiriya terorîstan kir, berpirsyarên rewşa li Gutayê ne
    Kremlin: Pûtîn û Netanyahu bi telefonê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyêyê axivîn
    Etîketan:
    peskov, kremlîn, dîplomat, RûsyA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de