14:56 19 Nîsan 2018
    The Moldova's Government building is seen in central Chisinau, Moldova, October 9, 2016

    Moldova jî dê dîplomatên rûsî dersînor bike

    © REUTERS / Gleb Garanich/File Photo
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji ber krîza di navbera Brîtanya û Rûsyayê ya di derbarê kuştina Sîxurê rûsî de, Moldova jî biryar da ku 3 dîplomatên rûsî dersînor bike.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Moldovayê, ji sê dîplomatên rûsî hatiye xwestin ku di 7 rojan de terka Moldovayê bikin.

    Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku "piştî biryara Konseya Ewropayê, ji bo piştgiriya Brîtanyayê ev biryar hatiye dayîn."

    Lîsteya welatên ku dîplomatên rûs dersînor bikin wiha ne: Amerîka(60), Awistralya(2), Ûkrayna(13), Almanya(4), Fransa(4), Polonya(4), Kanada(4), Çekya(3), Lîtwanya(3), Îspanya(2), Holanda(2), Danîmark(2), Îtalya(2), Albanya(2), Nemsa(2), Xirwatya(1), Fînlendya(1), Swêd(1), Estonya(1), Letonya(1), Mexeristan(1), Romanya(1), Nerwêc(1), Makedonya(1), Îrlanda (1), Moldova (3).

    Bi heman mijarî:

    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
    Peskov: Tewanbariya Brîtanyayê ya di meseleya Skrîpal de gihişt sînorê eşkiyatiyê
    Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
    Rûsya di derbarê bi jehrîxistina Skrîpal û mirina Nîkolay Glûşkov de doz vekir
    Etîketan:
    Skrîpal, dîplomasî, Moldova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de