06:11 20 Nîsan 2018
    Penaberên li gundê Xaltan ên ji Cinderesê. Efrîn.

    Vîdyoya ku bi zarokên Efrînê sloganên Tirkiyê tên qêrîn, bû sedema bertekan

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 03

    Vîdyoya ku ji aliyê Ajansa Anadol a Tirkiyeyê ve piştî ketina artêşa Tirkiyê ya Efrînê, bi zarokên dibistaneke Efrînê sloganên Tirkiye û Erdogan tên gotin, bû sedema bertekan.

    Di vîdyo nûçeya ku li ser torên medya civakî jî hatiye belavkirin de, zarokên dibistaneke Efrînê bi hilgirtina alayên Tirkiyeyê xuya dikin û polên wan jî bi alên Tirkiyeyê hatine tijekirin.

    Kesek bi zarokên dibistanê sloganên wekî, ‘Spasî ji Erdogan re, spasî ji Tirkiyeyê re' dide gotin û piştre jî zarok dikevin pola xwe ya perwerdehiyê ku ew der jî bi al û sembolên tirkî hatiye xemilandin.

    Di vîdyoyê de tirsa nav çavên zarokan jî xwe nîşan dide ku nizanin ji bo çi û çima hewleke wiha bi wan tê kirin.

    Ev vîdyo ji aliyê gelek kesan ve hat rexnekirin û bertekên tund hatin nîşandan ku wek hewleke tunekirina çand, ziman û jiyana kurdî li Efrînê hat şîrovekirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Tusk piştî Lûtkeya YE-Tirkiyeyê rexneya Efrînê
    Li Erebistana Siûdî moşekek li devera ku xelk lê dijîn ket
    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Ji wezîrê tirk daxuyaniyeke balkêş li ser Efrînê: Yek sivîl jî birîndar nebûye
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    ‘John Bolton xwestiye Îsraîl êrîşî Îranê bike’
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de