Li gor nûçeya Mehmet Kayahanê rojnameya Haberturkê, muxtarê gundê Kuçukbogaziya girêdayî navçeya Kiziltepeyê Îbrahîm Sariboga dibêje: "400 hezar lira deynê min heye û derfeta min ku ez bidim tineye. Mafê wan tineye ku di rûyê min de hemû gundiyan mexdûr bikin. Em niha ava xwe ji cihekî din peyde dikin. Li 40 gundê derdorê elektrîk tineye."
Berpirsên DEDAŞê jî di axaftina xwe ya derbarê mijarê de gotin: "Deynê sala 2016 û 2017an ê cotkarên ku elektrîkê di avdaniya çandiniyê de bikar tînin heye. Deynê aîdî sala 2016an zêdetirî 400 milyon lirayî ye û em dikin nakin nikarin vî deynî tehsîl bikin. Cotkarên ku deynê wan tineye em ê piştgiriya jeneratore bidin wan û mesrefê wê jî em ê bidin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)