18:42 20 Gulan 2018
    Jin û mêr

    Keçikê nexwest careke din wî bibîne, wî jî daxwazeke seyr jê kir

    © Foto : Pixabay
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 10

    Gelek kes di malpera Tinderê ya hevnasînê ya navdar de hene ku yek ji wan zilamek bû, bi awayekî balkêş tevgeriya piştî keçikê piştî jivana yekem, ew red kiribû.

    Keçikê li ser malper Redd.itê nivîsîna xwe û zilamekî weşand ku ew di rêya Tinderê re nasîbû û piştî jivana yekem qebûl nekiribû ku careke din wî bibîne. Zilamî ji keçikê xwestibû ku pereyên vexwarina ku di jivana wan a yekem de vexwaribû lê vegerîne.

    ​Keçikê peyam ji zilamî re şandibû û tê de wiha gotibû: Wiha bawer dikim ku kîmyaya me zêde ji hev nagire. Lewra dê jivaneke me ya din çênebe lê xweş bû ku min tu dîtî û jiyaneke baştir ji bo te hêvî dikim.

    Lê zilamî ev gotina keçikê tehemul nekir û wiha bersiva wê da: Ez jî wek te difikirim ku jixwe tu ne li gorî min î. Ez dibêjim qey ne şeveke xweş bû. Min 8.30 pawnên sterlînî ji bo vexwarina te dan û ev gelekî zêde bû, nexasim ku min ji bo vexwarina xwe 1.75 dabû."

    Di berdewamiya peyama xwe de zilamî wiha got: Te şûşeyeke mezin di jivana me ya yekem de vexwar û min pereyên wê dan. Ez ne neçar bûm bidim û dixwazim ku 8.30 sterlînên xwe vegerînim.

    Zilamî di heman peyamê de hejmara hesabê xwe yê bankayê jî ji keçikê re dişîne lê keçik red dike ku pereyan bide û sedemê jî wiha rave dike ku wî pêşniyara hevîdtinê lê kiribû û wê dixwest çaya cemidî vexwe ku ew bi 2.50 sterlînan bû û di saeta belaş de bû.

    Li gorî lêkolînekê, ji her çar jinan yek wiha difikire ku divê zilam pereyên jivana yekem bide.

    Bi heman mijarî:

    Ji parlamanterên HDPê yên jin re mikrofon hat qedexe kirin!
    Pêşmergeyên Jin: DAIŞ nikare şerê me bike her têk diçe
    Bi wêneyan pêşmergeyên jin ên li Kerkûkê
    Ji DAIŞê stratejiyeke nû ya şer: Wê jin cîhada çekdarî bikin!
    Kuştina fermandarekî DAIŞê 30 jin bî hiştin
    Laşciwana rûsî Kuznetsova: Her jin seksî ye
    Esmehan Dawud: Jin tenê bo hilgirtina tifingê çênebûye
    Etîketan:
    têkiliyên jin û mêran, têkiliyên jin û zilaman, vexwarin, mêr, zilam, jin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de