21:10 24 Nîsan 2018
    Balafirxane

    Hikûmeta Iraqê ji bo seferên umrê şert daniye ber Kurdistanê

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê ji bo seferên umrê şert daniye ber Herêma Kurdistanê û divê hemwelatî bi Rêya Hewayî ya Iraqê herin Erebistana Siûdî.

    Berdevkê Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl got: "Li gor sala par buhayê geşta umrê guherî. Çimku hikûmeta Iraqê merc li ber me daniye ku divê Rêya Hewayî ya Iraqê welatiyan bibe umrê. Ev jî tevî wergirtina para xwe ji pereyê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji welatiyên ku diçin umrê werdigire."

    Îsmaîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger hikûmeta Iraqê bihişta rikeberiyek di navbera rêyên hewayî de çêbibe, buhayê umrê dê erzantir bûya. Lê ji ber qorixkariya Iraqê, em nikarin buhayê umrê ji 900 dolaran kêmtir bikin, ev tevî wê yekê ye ku sala par bi 700 dolaran geşta umrê dihate kirin."

    Hikûmeta navendî ya Bexdayê şert danîye ber Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê û ji bo her welatiyekî ku bixwaze here umrê nêzîkî 200 dolar zêde distîne.

    Bi heman mijarî:

    Konseya Ewlehî: Hedefa Iraqê desteserkirina petrol, balafirxane û baregehên leşkerî ye
    Avahiya termînal a hejmara 2ya balafirxane ya Nîcê hat valakirin
    Di 3 rojan de 6 balafirxane hatin kontrolkirin
    Wezareta Derve ya Amerîkayê: Divê êdî balafirxane werin vekirin
    Etîketan:
    Rêvebiriya Iraqê, Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de