06:24 27 Gulan 2018
Modela pora senatora rûsî ya ji Komara Hakasyayê Valentina Petrenko bû rojeva Twitterê

Pora senatora rûsî li ser medya civakî deng veda

© Sputnik / Grigoriy Sisoev
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Modela pora senatora rûsî ya ji Komara Hakasyayê Valentina Petrenko bû rojeva Twitterê.

Bikarhênerên medya civakî yên derveyî welat li ser modela balkêş ya pora Petrenkoyê gotinên cuda kirin.

Rojnamevana avûstralyayî Alex Bruce-Smith parvekirinek li ser pora Petrenkoyê kir û piştî ev mijar li ser twitterê bû rojev.

Twîta Smith a ku dibêje, min pora senatora rûsî Valentina Petrenko dît û divê parve bikim, zêdetirî 58 hezar caran hat ecibandin.

Ted Stansfield jî got, "Modela pora Petrenko keşfa min a herî girîng a vê hefteyê ye."

Carolyn Perry pora Petrenko şiband endamên fîrewnên heyama Romaya antîk.

Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de