20:25 24 Gulan 2018
    Sêva Mêxekrêj

    Li nava kurdan sembola roja evîndaran: Sêva Mêxekrêj

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 50

    Îro 14ê Sibatê ye. Li hemû dinyayê wek roja evîndaran tê pîrozkirin. Di çanda kurdan de jî ev roj bi amadekirin û diyarîkirina “sêva mêxekrêj” tê pîrozkirin.

    14ê Sibatê êdî ne tenê di civakên xiristiyanan de lê li seranserê cîhanê belav bûye û bi taybetî gelek ciwan bi şêwazên cuda pîroz dikin an jî dixwazin pîroz bikin. Gelo ev roj di nav kurdan de tê pîrozkirin, an jî ku tê pîrozkirin, çawa tê pîrozkirin?

    Bi qasî ku tê zanîn di çanda kurdan de ji bo pîrozkirina evîndariyê rojek taybet tune lê diyariyên taybet ji bo îfadekirina evînê hene.

    ‘SEMBOLA HEZKIRINÊ SÊVA MÊXEKRÊJ'

    Her çiqas li hinek heremên kurdan kêm bê zanîn jî li hinek herêman wek çandek qedîm her sal çalakiya amadekirina Sêva Mêxekrêj tê kirin. Li gor rîwayetan Sêva Mêxekrêj ji serdema Zerdeşt heya îro hatiye. Ev sêv ji aliyê kesên ku bixwaze evîna xwe ji kesek re bibêje tê dayîn. Li hinek deverên kurdan jî, ji aliyê kesên ku ji hev xeyîdîne ve tê diyarîkirin. Piştî ku 14ê Sibatê ji aliyê kurdan ve jî hat pîrozkirin, Sêva Mêxekrêj jî ji wê rojê ve bûye diyariya sereke.

    ‘AMADEKIRINA SÊVA MIXEKRÊJ'

    Ji bo amadekirina Sêva Mêxekrêjê lazim e hûn saetek xwe veqetînîn. Piştê ku we sêva xwe hilbijart, hûnê mêxekrêjan yek bi yek li ser sêvê biçikînin. Bi vê awayê Sêva Mêxekrêj hem bêhnxweş dibe û hem jî bi salan bêyî ku xera bibe dimîne.

    Bi heman mijarî:

    Çurkin: Di derbarê îdiayên Helebê de delîlan bînin an jî ji bo romaneke evînê veşêrin
    GIRTÎGEHA EVÎNÊ - Girtiyê kurd rastî lînçkirina hêzên ewlehiya Îranê hat
    Demirtaş diyarî ji Kiliçdaroglu re şand
    Tîşortekî bi wêneyê Pûtîn diyarî Pûtîn kirin
    Etîketan:
    sêva mêxekrêj, sêv, roja evîndara, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de