02:28 25 Gulan 2018
    Keçek çayê vedixwe

    Çend şîret ji bo mirov bi jinên rûs re jiyaneke bextewan bidomîne

    © Margarita Kareva
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 20

    Tê gotin ku tu bi jineke rûsî re bizewicî, dê qet bêhna te teng nebe û dê jiyana te tijî evîn û romantîzim be. Dîsa jî dibe cudahiya çandeyî û astengên olî û civakî xweşiya wê zewacê xera bikin.

    Wêneyê keçika pornovan
    © AFP 2018 / VALERY HACHE
    Sputnik hinek şîret ji bo we berhev kirin da ku hûn jiyana xwe li gel jineke rûs bi berxtewarî bidomînî û germahiya evînê li gel wê jina rûsî her pêxistî biparêzî.

    GOTINÊN XWEŞ JÊ KÊM NEKE

    Jina rûsî dizane ku xweşik e lê dîsa jî hez dike ku tu car car bînî bîra wê. Keçên rûs bi bedewiyeke hema, bejna dirêj, zîrekî û lixwemiqatebûnê tên nasîn. Jina rûs 10 saetan bixebite û bermalî be jî giriniyê dide dîtin û jinitiya xwe.

    Jin rûs kincên xwe bi baldarî dibijêre û modelên klasîk tercîh dike û herwiha pêlavên kabik bilind di hewaya wek qeşayê de jî li xwe dike.

    Gotinên herî zêde jina rûs ji wan hez dike, "tu rewneqdar î" yan jî bi zimanê rûsî "birîkrasno vîglîdayîş" û eger pêwîstiya ye te bi hevokên din hene, tu dikarî helbesta Alkesander Pûşkînî  ya bi nabê "kêlîkeke bêhempa tê bîra min".

    Keçek radihêje sêvekê
    Keçek radihêje sêvekê

    XEWARINA ÇAYÊ LI GELÊ WÊ

    Ev hêsantirîn rê ye ku tu hezkirin û pûtepêdana xwe nîşanî wê bide. Rûniştineke ji bo çayê, ji bo rûsan xwedan gelek wate ye ku wek rêyeke vehesîn û axiftina derbarê meseleyên giring û şexsî de.

    îskaneke çayê
    îskaneke çayê

    ŞÛŞTINA FIRAXAN

    Malbat li ba jina rûs gelekî giring e. Tu yê bibînî ku herdem karê xwe yê malê bêkêmasî dike. Li gel ku jina rûsî di hemû qadên xebatê de yên aborî, werziş û wêjeyê de jî, lê her bi şarezayî dema xwe ji bo malbat û zarokên xwe vediqetîne û alîkariyê jî ji hevserê xwe naxwaze. Lê ew ê gelekî bextewar bibe, eger tu alîkariya wê di karên malê de bikî, wek şûştina firaxan û avêtiba gilêşê. Helbet ew jî dê te bê xelat nehêle û dê li ber dost û hevalan pesnê te bide.

    şûştina firaxan
    © Foto : CC
    şûştina firaxan

    PLANA JIVANÊN CUDA

    Jinên rûs ji romantîzmê hez dikin li gel ku kesayeta wan serbixwe ne lê dîsa jî baştir e ku carinan tu tiştan bi xwe bilî û surprîzan jê re çêkî. Diyariyeke başkêş an jî tu wê bibî şîvekê yan jî dawiya hefteyê tu wê bibî bajarekî romantîk wek Petersburgê.

    Jivaneke romantîk
    Google
    Jivaneke romantîk

    GIRINGIYÊ DIDE TENDURISTÎ Û ŞAREZABÛNÊ

    Ji ber ku jina rûs gelekî ji berdewî û tenduristiya xwe hez dike, her giringiyê dide xwarina xwe û gelekî kêm e ku mirov jineke qelew di nav jinên rûs de bibîne. Di heman demê de giringiyê dide zanebûnê jî û dixwaze tu jî wiha bî.

    Bedewtirîn keç li cîhanê
    facebook /Kristina Pimenova
    Bedewtirîn keç li cîhanê

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Amerîkayê li Rûsyayê ji bo baştir rûsan fam bike kete ava bûzgirtî
    Rayedarê Rojavayê: Rûsyayê pêşniyar kir ku em Efrînê radestî Şamê bikin
    Ewropayî mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî şîrketên Ewropayî yên hevkarên Rûsyayê red dikin
    Nûnerê Kurd ê Rûsyayê: Ji bo Efrînê ti hevdîtin bi Sûriyê re çênebûne
    Etîketan:
    jivan, çay, jinên rûs, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de