15:57 23 Gulan 2018
    Berf

    Welatê Swêdê ket binê -40 pîleyî: 5 mirî

    © REUTERS / Mike Segar
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Saziya Meteorolojî ya Dewleta Swêdê ji ber hewaya sar ku kete binê -40 pîleyî 7ê Sibatê ‘Roja herî sar a Swêdê' îlan kir. Li welat 5 kes ji sermaye mirin.

    Berf
    © Sputnik / Iliya Pitalev
    Li gor Saziya Meteorolojî ya Dewleta Swêdê, welatê Swêdê di nava çileyê herî dijwar de ye. Li bakurê Swêde barîna berfê, bahoz û seqem hewaya sar daxist hetanî —40 pîleyî.

    Li bakurê welat ji ber barîna berfa zêde û bahoz û seqemê saziyên fermî ketin alarma sor, hemû dibistan ketin betlanê û banga kesên ku emrê wan 65 zêdetir be hetanî mimkin be bila ji mal dernekevin hat kirin.

    Li gor zanyariyan, li herêmên bakur ên Swêdê ji ber bahoza berfê 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyan hewayê sar ku ji qutban tê wê dewam bike.

    Bi heman mijarî:

    223 kesan ji ber berf û seqemê jiyana xwe ji dest da
    Li Çola Sehrayê berf barî, dîmenên balkêş derketin holê
    Berf û bahoz jiyan rawestand: Rewşa Awarte hat ragihandin
    Hewa diguhere û dê berf li Stenbolê bibare
    Pîleya germê dikeve, li Stenbolê berf dibare
    Etîketan:
    Swêdê hewaya sar dakete 40 pîleyî, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de