05:34 22 Nîsan 2018
    Lêkolînerên Tibbê - Bijîşk- Doktor-

    Mişkên bi pênceşêrê hatin tedawî kirin

    © Sputnik / Alexandr Kondratyuk
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 10

    Lêkolînerên li Fakulteya Tibbê ya Zanîngeha Stanfordê ji 90 mişkên bi penceşêrê 87 bi awyekî serkeftî tedawî kirin. Di 3 mişkên mayî de jî kawdaneke berbiçav hat raçavkirin.

    Bi komxebata lêkolînerên li Fakuletaya Tibbê ya Zanîngeha Stanfordê mişkên bi penceşêrê tedawîkirin. Herwiha dermanên ku bijîşkan bi pêş de birine ji du cureyên penceşêrê ku bi awayekî spontan dertên jî bi kêr hat. Li gorî agahiyên lêkolînê ji 90 mişkî 87 ji wan hatin tedawîkirin. Herçiqas ji 3 mişkên mayî penceşêr dewam bike jî piştî berdewamiya tedawiyê tumorên penceşêrê kêmtir bûn. Lêkolîneran diyar kirin ku di mişkên ku tumora sîngê, kolonê û cildê bi wan re heye jî heman encam hatin bidest xistin.

    Lêkolîneran bi vê tedawiyê û pêşdebirina wê dê bikaribin bergiriya penceşêrê bikin.

    Ji hêla din ve lêkolînerên tibbê plan dikin ku demek nêz de vê tedawiyê li ser 15 nexweşên penceşêra lenfe bixeribînin. Ger lêkolîner biser kevin dê di tedawî û pêşdebirina dermanan gelek bikêr were.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bijîşk neketin heyra canê nexweş û bi boksan çûne hev
    Ji Rûsyayê bo Minbicê alîkariya mirovî û tibbî
    Erebistan: Eger pêdivî çêbibin em dikarin alîkariya tibbî û xwarinê bidin Qeterê
    Bijîşk jî di nav de 7 kes ji doza KCDê hatin girtin
    Li Amedê 4 jê bijîşk 7 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Tenduristî, Tedawî, Penceşêr, Zanîngeha Stanfordê, Stanford
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de