10:52 18 Çile 2018
Zindî
    Çekên kimyewî

    Îmhakirina çekên kîmyewî yên Libyayê qediya

    © AFP 2018/ PHILIPP GUELLAND
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) Ahmet Uzumcu di axaftina xwe de ragihand îmhakirina çekên kîmyewî yên Libyayê qediya.

    Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) Ahmet Uzumcu di axaftina xwe de ragihand îmhakirina çekên kîmyewî yên Libyayê qediya. Çekên kîmyewî yên Libyayê di sala 2016an de veguhestibûn Almanyayê.

    Ahmet Uzumcu li bajarê Munster a Almanyayê di axaftina xwe ya qedandina merasîma îmhakirina çekên kîmyewî de got: "Tiştên ku îro diqewimin ji bo bêçekbûn û ewlehiya navneteweyî firsendeke dîrokî ye."

    Uzumcu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêvajoya îmhakirina çekên kîmyewî yên Libyayê qediya. Di kategoriya duyemîn de ji bo îmhakirina 500 ton çekên kîmyewî pêwistî bi hevkariya navnetweyî heye. Operasyona Libyayê ji bo KSYOyê bû mînakek."

    Piştî axaftina merasîmê, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) Ahmet Uzumcu sertîfîqa peşkêşî Wezîrê Derve yê Libyayê Muhammed Taha Siala kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka cara ewil qebûl kir ku El Nusrayê li Suriyê çekên kîmyewî bikaranîne
    Li Sêrtê 30 kes ji gaza kîmyewî jehrî bûn: Gund hat valakirin
    Li Telaferê kargeha çekên kîmyewî hat dîtin
    Rûsya: Du tesîsên dawî yên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatin îmhakirin
    Rûsya: Grûbên sûriyeyî ji bo bombebaranê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin
    Etîketan:
    Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO), Ahmet Uzumcu, Almanya, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de