08:36 23 Nîsan 2018
    Jon Snow

    Jon Snow ji ber reftarên xwe ji barê hat qewrandin

    © Foto : IMDB
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kit Haringtonê ku karakterê Jon Snow ê rêzefilmê Game of Thronesê dilîze, ji ber reftarên wî yên bêkontrol ji bareke li New Yorkê hat qewrandin.

    Li gorî nûçeya malpera TMZê ya magazînê, bûyer îniya borî li bara bi navê Barflyê ya li New Yorkê qewimiye. Haringtonê 31 salî yê ku zêde vexwaribû û nedikarî li ser xwe bisekine, pêşî li maseya bîlardoyê qelibiye û lîstik xera kiriye û paşê jî gotiye ku dixwaze bilîze.

    Xebatkarên barê pêşî bi kubarî lê bi rijdî jî ji Haringtonî xwestiye ku ji barê biçe. Lîstikvanê navdar qebûl kir û ji barê derket lê piştî demeke kurt dîsa vegeriya û ketiye qirika kesên li hundir. Piştî vê xwediyên barê ew bi zorê ji barê derxistiye.

    Sezona 7an a rêzefilmî par rekor şkandin û hat teqezkirin ku sezona dawî ya rêzefilmî dê di sala 2018an de neyê weşandin. Li gorî daxuyaniya fermî ya HBOyê sezona 8an a Game of Thrones dê sala 2019an bê weşandin û dê ji 6 beşan pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Di werza nû ya fîlmê Game of Thrones de gelo Jon Snow dijî?
    Fragmana Game of Thrones hate weşandin
    Ji bo rêze fîlmê Game of Thrones rojên bi jimar man
    “Game of Thrones li Kurdistanê bi kurdî”
    Beşa nû ya Game of Thrones li ser înternetê belav bû
    Game of Thrones li wan deran tê kişandin
    Etîketan:
    Game of Thrones, Kit Harington, Jon Snow, New York
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de