02:18 18 Sibat 2018
Zindî
    Keçek dev li îsota sor dike

    Gelo çima jin dev li lêvên xwe dikin?

    © Fotolia/ Halayalex
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 10

    Kovara Foochiyayê ya civakî ya pispora zimanê laşî diyar kir ku zimanê laşî, deryayekem tijî raz in ku eşkere dike bê mirov li ser çi difikire. Gelo jin çima dev li lêvên xwe dikin?

    Kovar balê dikişîne ser wê diyardeya ku jin dev li lêvên xwe dikin û dibêje ku ew diyardeyeke başkêş e û dibe sedema pirsyaran bê gelo çima wiha dikin.

    Li gorî wê jin gava ku lêvên xwe bi rûjê sor dikin naxwazin dev li wan bikin daku dîtina wan xera nebe lê gava ku keçek li pêşberî kesê ku jê hez dike raweste, bêhemdî dev li lêvên xwe dike û makyaj û rûja xwe ji bîr dike.

    Derûnnasî diyar dike ku ev tevgera jinan, tenê nîşanek e ku kêfa wan ji wî kesî re hatiye.

    Ji aliyê din ve, kovara Bold Sky a bi jinan ve mijûl dibe, li ser pirsa bê jin bi vê tevgera gezkirina lêvên xwe dixwaze çi bibêje hûr bû û wiha dibêje:

    Gava jinek li gel kesekî be û pê re biaxive û di heman demê de dev lêvên xwe bike, ev tê wê wateyê ku wî kesî bala wê kişandiye û ew jî dixwaze bi awayekî nuximandî bala wî bikişîne û kirasekî ji jixweberî û şermîniyê li wê tevgera xwe bike. Heta dixwaze bi hemû fen û fûtên xwe dilê wî jê bibe û bala wî bikişîne."

    TEVGERÊN JINAN, STRATEJIYA WAN A BALKIŞANDINÊ YE

    Laş û tevgerên mirovî diaxivin ji ber ew balkêştirîn ziman û xurttirîn peyv in û gelek jin tercîh dikin ku hestên xwe bi zimanê laşî nîşan bidin ji ber stratejiya jinitiyê ev e. Wek mînak; awayê sekinîn, çemîn û bişirîna jinan ji gelek peyvan xurttir in.

    Ev tevgerên jinan, xweserî wan in û bala zilaman dikişînin û heta wan dîn dikin jî.

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê êrişa xwekujî: Jin û zarok jî di nav de 16 kuştî û 14 birîndar
    Di qezaya li Zêtkaya navçeya Agiriyê, ji malakê 7 jin û zarok birîndar bûn
    Mamosteya jin ji aliyê hiskiriyê ve hat kuştin
    Ji ber rojîyê hevberdana jin û mêran hat qedexekirin
    Pûtîn: Ez ne jin im, rojên min ên xirab çêna bin
    Nîşangera jin a DAIŞê hat kuştin
    Etîketan:
    tevgerên jinan, têkiliya jin û zilaman, zilam, jin, lêv
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de