13:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    Fanga

    Kahina navdar pêşbîniyên bêtirî 200 salî kirin

    © AP Photo/
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya rûsî ya Kamsamolskaya Pravdayê pêşbîniyên kahina navdar a bulgarî ya kor Fangayê yên sala 2018an û salên li dû wê weşandin.

    Li gorî wê kahinê, di sala 2018an de Çîn dê bibe yekem hêza cîhanê û dê bi dewletên berê yê pêşeng ên cîhanê bi awayekî "bêrehm" îstîsmar bike.

    Di nav pêşbîniyên wê de pêşbiniyek heye ku trên dê bi têlan ber bi rojê ve bifirin. Hêjayî gotinê ye ku hinek kahinên din diyar kiriye ku nabe pêşbîniyên Fangayê bi awayekî herfî werin ravekirin.

    Li ser petrolê jî, Fanga dibêje ku "cîhan dê di sala 2018an de dest ji derxistina petrolê berde û ev dem dê ji bo gerestêra cîhanê dema vehesînê be lê ev bûyer dê bandorên neyênî li ser aboriya hinek welatên cîhanê bike, nexasim a Rûsyayê.

    Ji aliyê din ve, Kahinê behsa qeyrana navbera Rûsya û Ûkaynayê kir û pêşbîn kir ku têkiliyên herdû welatan di sala 2018an de baş bibe.

    GIRINGTIRÎN PÊŞBÎNIYÊN KAHINÊ

    • 2018 — Çîn dê bibe hêza yekem a cîhanê
    • 2023 — Gera cîhanê dê hinekî biguhere
    • 2018 — Çavkaniyeke nû ya enerjiyê dê were damezirandin(belkî reaktorekî germê). Hinek navgîn dê biçin gerestêra Gelawêj(Zuhre).
    • 2033 — Qeşa cemestêran dê bihele. Asta ava deryayan dê bilind bibe.
    • 2043 — Aboriya cîhanê kamûran bibe. Misilman dê serweriya Ewropayê bikin.
    • 2066 — Gava DYA dê çekên nû (yên îqlîmî) bi kar bîne di êrîşa li ser Romaya misilman.
    • 2088 — Nexweşiyeke nû derdikeve ku mirov di çend saniyeyean de kal dibe.
    • 2100 — Rojeke çêkirok dê were çêkirin daku aliyê tarî yê erdê ronî bike.
    • 2111 — Mirov dê bibin robotên zindî.
    • 2013 — Mêtîngehên binavê dê çêbibin.
    • 2164 — Ajal dê bibin nîvmirov
    • 2183 — Mêtîngehek li ser marsê dê bibe hêzeke nûklerî û dê bixwaze ji cîhanê serbixwe.
    • 2221 — Di gera li jiyana li fezayê de, mirov pêwendiyê bi heyberên nû re dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê erdhejeke din çêbû
    Amerîka: Ebadî bi hikûmeta Kurdistanê re civiyaye
    'Dinya dîsa li Kurdistanê vedigere'
    Iraq dê budçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2018an biguherîne
    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kom dibe
    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê biryara xwe eşkere kir
    Etîketan:
    Fanga, DYA, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de