13:41 18 Kanûn 2017
Zindî
    mûz

    Mûz bû sedem ku stranbêja misrî were desteserkirin

    CC0
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 01

    Tê gotin ku damezirînerê psîkoanalîzê Sigumund Freudî gotiye "carinan sîgar(pûro) tenê sîgar e". Îca gelo fêkiyeke tropîkal dê çi be?

    Malpera Alarabiyayê ragihand ku stranbêjeke misrî bi navê Şeyma hat desteserkirin ji ber ku di klîpekê de bi bincilên jinan derketiye û herwiha bi mûz bi awayekî xwariye ku "tiştên xerab" tîne bîra mirovî.

    Li goî malper radigihîne ku rayedarên misrî dibêjin, Şeyma gumanbara "teşwîqkirina bêexlaqiyê" ye ji ber vîdyoklîpa wê ya bi navê "pirsgirêkên min hene" ku tê de mamostetiya polekê dike.

    ​Herwiha vîdyo wê nîşan dide bê çawa mûzekê dialêze û lêvên xwe li ber textê lêvên xwe sor dike.

    Şeymayê li ser Facebooka xwe lêborîn xwest û got, "lêborîn ji hemû kesên li klîpê temaşe kiriye dixwazin ku bê xembar bûne û bi fikirîne ku ne guncav e."

    Hêjayî gotinê ye ku vîdyoklîp li ser Yuotubê ji gelek deveran hatiye rakirin û tenê hinek beşên wê mane ku hinek bikarhêneran ji xwe re tomar kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Misir balyozê xwe yê nû li Israylê diyar kir
    Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
    Misir: Balafira rûsî ji terefê terorîstan ve hat xistin'
    Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
    Misir: Dibe balafira me di encama êrişek terorî de ketibe
    Rojnameya Hurriyetê: Misir û PKK hevtîdinan dikin
    Etîketan:
    mûz, stran, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de