21:25 24 Nîsan 2018
    Fare

    Mişkên felçbûyî bi saya binşaneyên mirovan meşiyan

    © AFP 2018 / Marcel Mochet
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Libata ku bi binşaneyên mirovan tê sazkirin û di mişkên ku ji newqê û jêr ve felçbûyî de hatin bicihkirin, bû sedem ku ew ajal bêyî alîkarî bimeşin.

    Lêkolîna ku encamên wê di kovara "Frontiers in Neuroscience" de hatin weşandin, nişan da ku binşane di tedawîkirina xisara medûlayê de xwediyê potansiyeleke mezin in.

    Di çarçoveya lêkolîna ku bi serokayetiya Dr. Shulamit Levenberg hatkirin de, ku ji Enstîtuya Teknolojî ya Technion-Israelê, binşaneyên mirov ên ku ji tebeqeya xavika dev hatine girtin di mişkên transeksiyoniya medûlayê derbaskirine de hatin bicihkirin.

    Zanyaran ew binaşen di hin deren cuda yên medûlayê de bi cih kirin û li gel vê yekê îskeleteke sê alî ya ku navîngehekê ji bo pêgirtin, mezinbûn û piştgirtinê pêkan dike, çêkirin.

    JI SEDÎ 42yên MIŞKAN LI SER LINGAN SEKINÎNIN

    Hat diyarkirin ku ev libata binşaneyan di xwe de dihewîne, di heman deme bi trombînî û fîbrojena mirov tê xwedîkirin.

    Hat çavdêrîkirin ku 3 hefteyan piştî bicihkirina şaneyan ji sedî 42yên mişkên ku ji newqê û jêr ve felçbûyî li ser lingan sekinîne û meşiyane.

    Herwisa hat destnîşankirin ku ji sedî 75ên mişkan jî bersiv daye hişyarkerên ku di lingên wan ên paşiyê û dêlên wan de hatine bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji 15 hezar zanyaran hişyariya felaketê
    Zanyaran sedema pabendiya seksê keşif kir
    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî
    Zanyaran kirin ku mirovên felc destên xwe bilivînin
    Zanyaran bo rê li ber helîna qeşayiyan bigrin projeyek ecêb amade kirin
    Etîketan:
    tedawî, mişk, binşane, Enstîtuya Teknolojî ya Technion-Israelê, Shulamit Levenberg, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de