06:26 13 Kanûn 2017
Zindî
    Hingiv

    Li navçeya Hîzanê hilberîna hingivê kewarên reş

    © AFP 2017/
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Hîzan a Bedlîsê dema vekirina hingivê kewarên reş e. Hingivê Hîzanê bi tam û qalîteya xwe tê naskirin.

    Hingivê Hîzanê li cihên bilind ên navçeyê ku floraya wê pir dewlemend e bêyî ku madeyên destpêketî tevda bikin tê hilberîn. Hingivê kewarên reş ê Hîzanê ku nirxa prolîna (amînoasîtên ku proteîn jê çêdibin) wê jî zêde ye. Piştî zehmetiya demdirêj niha jî dema vekirina kewaran e.

    Hingivê Hîzanê di nava kewarên reş ê taybet da tê girtin ku kewar bi xwe jî ji dara biyê tê çêkirin û herwiha dora wê jî bi zibil tê siwaxkirin da ku germ lê nexe û rêjeya hewayê zêde neguhere. Hingivê kewarên reş ê Hîzanê di navbera 150 û 300 lirayê tirkî tê firtotin.

    Heta niha bi tonan hingiv kewaran hatiye deranîn û vekirina kewaran hê jî berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    Îsal wê berhema hingiv 500 ton be
    Li çoltera Hîzanê operasyona leşkerî dan destpêkirin
    Etîketan:
    Hingivê Hîzanê, Hîzan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de