15:05 21 Mijdar 2017
Zindî
    Farqîn-festîval- zarok

    Li Amedê jina ku 415 neviyên wê hebûn jiyana xwe ji dest da

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li Amedê jina bi navê Şahi Tayurak ku ji 5 nifşan 415 neviyên wê hene û 98 salî bû jiyana xwe ji dest da. Xizmên wê idîakirin ku Tayuraka ku di tomarên fermî de salbûyîna wê di sala 1919an de xuya dike 130 sal kiriye.

    Şahi Tayuraka ku li Sur a Amedê dijî, doh ber êvarê li mala xwe jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Tayuraka ku tê gotin berî bi 20 rojan ji xwarinê ketibû, piştî nimêja ku xizmên wê beşdarî lê kirin li goristana Yenikoy a navçeya navendî Rezan hate defin kirin. Tayurak ku li gor tomarên fermî 98 sali kirine, li gor idîayên xizmên wê 130 sali kiriye.

    KURÊ WÊ YÊ HERÎ MEZIN 90, NEVİYÊ WÊ YÊ HERÎ MEZIN 70 SALÎ YE

    Li gor nûçeya Hatice Kamer a BBC ya Tirkî, Cemal Tayurakê kurê kurê Şahi Tayurak diyar kiriye ku wî neviyê nifşê pêncemîn yê dayika xwe dîtiye û li gor hesabê ku berî bi 3 salan kiriye, neviyên diya wî ji 415an zêdetir in.

     

    Cemal Tayurak got: "Berî bi 3 salan 415 bû niha çend in nizan im. Ji bo ez hejmara nû tespît bikim divê ez li hemû xwîşk û birayên xwe, xwarzê û nevîyên wan bigerim û lîsteyeke nû çêbikim. Lê dikarim bi rehetî bibêjim ku di nava 3 salan de 15 neviyên nû çêbûne û ev hejmar ji 430 zêdetir bûye."

    Zarokê herî mezin yê Şahi Tayurak 90, yê herî piçûk 60, neviyê herî mezin 70 û yê herî piçûk 2 salî ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê polîsan saetekê dane pey dizê otomobîlan yê 10 salî
    Keça 9 salî: 3 salan dîl mam 3 caran hatime firotin û min gelek lêdan xwar
    Li navçeyeke kurdan amûreke dirûtinê ya 7500 salî hat dîtin
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bû 65 salî
    ‘Îşkence li keça min a 6 salî kirin’
    Piştî çil salî, zengila Dêra Amûdê lê dide
    Pîra 80 salî: Parçeyên xwişka min bi min dan civandin, kî vê zilmê qebûl dike?
    Etîketan:
    sal, nevî, jin, BBC Tirkî, Cemal Tayurak, Şahi Tayurak, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de