14:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    LGBT

    Homoseskeulîtî li Kurdistanê: Asayîbûn heye lê asteng jî pir in

    © AFP 2017/
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku mijara homoseksuelan li civaka kurdî yek ji mijarên qedexe û ne asayî bû, êdî hêdî hêdî di civaka kurdî de asayîtir dibe lê dîsa jî asteng jî kêm nabin.

    Li gorî nûçeya dengê Iraqê, li ser medyaya civakî tên belavkirin, hejmareke berbiçav a homoseksuelên ji herdû zayendan li Kurdistanê hene lê kêm in kesê ku xwe eşkere bikin.  Kesên ku li ser medyaya civakî jî qala xwe dikin bi nav û wêneyên ne rast behsa xwe dikin Lê di van çend mehên dawî de guhertineke seyr di vê mijarê de çêbûye.

    Meha Hezîranê keçek bi navê Şîrîn Qirêşî ya 26 salî ku ji Kurdistana Îranê ye cara pêşî bi kurdî li gel beşê kurdî yê Dengê Amerîkayê axivî û got: "Erê, ez homoseksuel im".

    Li gorî malpera Dengê Iraqê ew yekem car bû ku keçeke kurd eşkere dibêje ku homoseksuel e, bêyî ku nav an jî wêneyê xwe veşêre.

    "HOMOSEKSUEL BI TAYBETÎ LI SLIÊMANIYÊ EŞKERE DERDIKEVIN"

    Şîrîna ku niha li Almanyayê dijî ji Niqaşê re gotiye: "Hesta homoseksueltîtiyê ji bo bo min ne hesteke xerab e lê tiştekî asayî ye. Lê li Kurdistanê tu neçar î vê hestê veşêrî ji ber tu ji berteka civakê ditirsî. Homoseksuel li Kurdistanê ne hindik in lê ji ber tirs û fediyê xwe vedişêrin."

    Di kevneşopiya kurdan de, homoseksuelîtî wek kiryareke xerab û mekrûh tê dîtin lewra ew kes rastî çêr û heqaretan tên lê dîsa jî êdî ciwan hêdî hêdî li deverên giştî wek cafe û xwaringehan ên Kurdistanê derdikevin, nexasim li bajarê Silêmaniyê.

    Arîna navekî anonîm e yê keçeke 24 salî ye ku li Hewlêrê dijî û xwendekareke qonaxa çaran a zanîngehê ye û dibêje ku berî sal û 4 mehan haya wê ji homoseksuelîtiya wê çêbûye lê wê nezaniye bê çawa û ji kê re vê rastiyê bibêje.

    Li ser tecrubeya xwe ya pêşî, Arîna wiha dibêje: Tecrubeya min a pêşî bi qîza metika min re bû lê ew jî gelekî dijwar bû."

    "HEWLDANÊN WÊREK TÊN KIRIN JI BO ŞKANDINA DÎWARÊ TIRSÊ"

    Berovajî çîroka Arînayê, homoseksuel êdî di rêya medyaya civakî re pêwendiyê bi hev re datînin û hestên xwe bê tirs ji hev re dibêjin û weşanên zindî li ser Facebookê dikin.

    Estêra Kerîm a ku li Swêdê dijî û ev nêzîkî salekê ye ji ber weşanên xwe yên Facebookê bûye mijara nîqaşan di nav civaka kurdî de, bi wêneyekî xwe yê nîv-tazî dîwarê tirs û şermê şikand li ba jinên kurd.

    Estêra Kerîmê diyar dike ku piştî wî wêneyî bi dehan peyam ji kesên homoseksuel ji wan re hatine û wiha dibêje: Ya rast ez şaş mam gava min dît evqas ji homoseksuel li Kurdistanê hene."

    Hêjayî gotinê ye, mijara ku ti kesî newêrîbû behsa wê bike êdî bi awayekî rûtînî tê nîqaşkirin û navên berbiçav vê mijarê diparêzin.

    "PARASTINA WAN JÎ DIBE SEDEMA HEQARET Û ÇÊRAN"

    Stranbêjê kurd ê Wehîd Nizad ku kurdê Îranê ye û li Hewlêrê dijî eşkere li ser medyaya civakî homoseksuelîtiyê diparêze û wiha dibêje: Ez ne homoseksuel im lê ez bi xurtîpiştgiriya wan dikin. Cudahî di navbera me û wan de tine ji ber ev ne bi viyana me û destê me ye. Ji ber ku piştgiirya wan dikin, gelek heqaret û çêr li min tên kirin lê ez guh nadim wan û li ser piştgiriya xwe berdewam im."

    Hêjayî gotinê ye ku qanûnek li Herêma Kurdistanê tine ku behsa homoseksuelan dike.

    Herwiha ev meseleya heqaretê tenê ne di nav gelî de ye lê festîvaleke herêmî li bajarê Silêmaniyê qebûl nekir ku filmekî derbarê homoseskuelan de têxe lîsteyê yan jî têxe lîsteya nîşandanê.

    Amadekarêfilmî Hêmîn Xofiya ragihand ku filmê xwe bi navê "Homoseksuel" çêkiribû ji Festîvala Silêmaniyê ya Navdewletî re şandibû lê lijneya bilind a festîvalê destûr neda ku beşdar bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Goranê ji bo guhertina navê Kurdistanê hişyarî da Ebadî
    Parlamentarên Îngilîz ji bo Kurdistanê bangewazî li Theresa May kirin
    Kurdistanê pêşniyareke ji 7 xalan pêk tê ji Bexdayê re şand
    Ji Kurdistanê bo Bexdayê: Ev nayê qebûlkirin
    Parlamentoya Iraqê budçeya sala 2018an a ji bo Kurdistanê qebûl kir
    Ebadî ji Herêma Kurdistanê xwest ku helwesta xwe ya serxwebûnê zelal bike
    Etîketan:
    Estêra Kerîm, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de