15:32 19 Mijdar 2017
Zindî
    nobel

    Pisîk dikare hm şilemenî him hişkemenî be?

    © AFP 2017/ Jonathan Nackstrand
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Merasîma Ig Nobel bo xelatên "lêkolînên seyr" duh hat lidarxistin. Îsal mijarên wek "pisîk dikare him şilemenî û hime hişkemenî be" "bandora destdana timsahekî sax dê bandoreke çawa li şensê qumarbazekî bike" an jî "dana li amûra dîdgeridoyê dikare nexweşiya xirexirê çareser bike yan na" xelatên Nobela IGyê bo lêkolînên seyr bi dest xistin.

    Armanca van xelatên ku gerînendeyê Kovara Lêkolînan Marc Abrahams,damezirandiye ne ew e ku baştirîn û xerabtirîn lêkolînan xelat bike lê armanc ew e ku mirovan teşwîq bikin daku bi awayên ne asayî û cuda bifirkin.

    Abrahams di axiftineke telefonî de wiha got: "Em hêvî dikin ku ev bûyer wan tiştên ku xelkê bi zarokatiya xwe dikirin li wan vegerîne. Ew jî pûtepêdana bi bûyerên seyr û fikirîna li ser wan daku biryarê bidin bê ka baş e yan xerab e lê piştî ku li ser bifikirin."

    Li gorî Reutersê, xelat di gera xwe ya 27an de li zanîngeha Harvardê bo hinek zanistvanan hatin pêşkêşkirin.

    Herwiha Abrahmsî derbarê van xelatan de wiha got: "Ev şêwazeke nehînbûyî bo nerîna li bûyeran nîşan dide ku dê zehmet be mirov biryarê bide ka giring e yan na".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Xwediyê Xelata NOBELê ya Edebiyatê eşkere bû.
    Xelata Nobelê ya îsal gihişte diyalog û aşitiyê
    Keça Êzidî ji bo Xelata Aşitiya Nobelê hate hilbijartin
    30 kesên ku xwediyê Xelata Nobelê ne piştgirî dan akademîsyenan
    Xwediya Xelata Nobelê: Azadiya Ocalan wê were wateya aştiyê
    Akademesiyenên binçavkirî bûn namzetên Nobelê
    Etîketan:
    Nobel, Marc Abrahams
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de