16:48 18 Hezîran 2018
Amed- ji Amedê wêneyên 4 demsalan

Kobanî û Qamişlo bar kir Amedê!

© Sputnik / Sertaç Kayar
Jiyan
Lînkê kurt
Salih Turan
0 30

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyê ku ji sala 2011an ve berdewam dike, wekî gelek deveran bi deh hezaran hemwelatiyên Sûriyê koçî bajarê Amedê jî kirin.

Li gor jêderên herêmê her diçe di bazara bajarê Diyarbekirê de, navê bajarên Kurdên Sûriyê zêdetir cihê xwe digire û gelek dikan û firoşgeh bi navên Kobanî û Qamişlo kar dikin.

Kurdekî ji bajarê Kobanîyê ku piştî êrîşa DAIŞê ya ser Kobaniyê koçber bûye, li navçeya Rezan a Amedê marketeke mezin vekiriye ku navê wê jî daniye, ‘Kobanî Super Market'. Mirov li Amedê rastî gelek mînakên wekî vê marketê dibe.

LI SÛKAN HER CURE KARGEHÊN WAN HENE

Koçberên Rojava bi taybet jî yên ji bajarên Qamişlo û Kobaniyê hatine Amedê, ji xeynî marketan, bi dikanên telefonan, şêranîfiroş û aşxaneyan ligel jiyandina navên xwe yên çandî di bazarê cihê xwe distînin.

LÎGA FÛTBOLÊ YA JI 8 TÎMAN AVA KIRINE

Kurdên Sûriyê li Amedê beşdarî jiyana sosyal û werzîşê bûne ku niha li bajarê Amedê lîgeke fûtbolê ya ji 8 tîman pêk tê ji aliyê wan ve hatiye avakirin. Navê yek ji wan tîmên fûtbolê jî Kobanî Spor e û ew tîmên di lîgê de cî digirin di navbera xwe de, turniwayan dikin.

 

Bi heman mijarî:

Lîsteya Rûsên herî bibandor ên sedsalê hat weşandin
Rayedarê AKPê: Cejna FETOyî, PKKyî û DAIŞîyan pîroz nekin!
Rûsyayê bibîr xist: Li Derayê çekên kimyewî hene
Roja Yekşemê 70 hezar kes ji bajar têne tehliyekirin
Ji Barzanî peyama Cejna Qurbanê: 25ê Îlonê wek cejna serxwebûnê pîroz bikin
Eksperê rûs: DYA bi piştgirîya kurdan alîkarîya Rûsyayê dike
Etîketan:
Qamişlo, Kobanî, Tirkiye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de