12:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Li Mûsilê zarokên mexdûrên DAIŞê

    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Televizyona Russia Today (RT) bi dîmenên ku ji sêwîxaneyeke li paytexta Iraqê Bexdayê bi dest xistine re, bû hêvî ji zarokên Rûsî yên mexdûrên DAIŞê û malbatên wan re.

    Gelek zarokên ku ji malbatên xwe dûr ketine piştî belavkirina wan dîmenan derfeta pêwendiya bi malbatên xwe re dibînin.

    Serokê Komara Çeçenistan a girêdayî Rûsyayê Ramazan Kadirov li ser instagramê dîmen belav kirin û heta niha bêhtirî 250.000 caran ew dîmen hatin temaşekirin ku gelek malbatên zarokên sêwîxaneya Bexdayê bi telefonan xwe gihandin RTyê.

     

     

    Jineke ku dibêje, ez xaltiya yek ji wan zaroka me ji RTyê re got, "Dê û bavên wê dema 1.5 salî bû ew birin Iraqê. Bavê wê di şer de jiyana xwe ji dest da û ev nêzî deh meh in jî em xwe nagihînin diya wê zarokê."

    RT alîkariyê dide wan malbat û xizmên zarokên mexdûrên DAIŞê.

    ​Berpirsa Giştî ya Spûtnîk û RTyê Margarîta Sîmonyan jî daxwaz ji kesên wan zarokan nas dikin kiribû ku maîlan derbarê wan zarokên dîmên wan hatine weşandin de bişînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    HDPê rapora gundê Şapatanê ku li gundiyan îşkence hatibû kirin diyar kir
    Doz li AKPyîyê ku gotibû, ‘Em dewleteke nû ava dikin’ hat vekirin
    Operasyona Reqayê dewam dike: Baskên rojhilat û başûr gihîştine hev
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Dijberiya Sûriyeyê guhertin di Artêşa Sûriyeya Azad de pêk tîne
    Etîketan:
    Çeçenistan, Rûsya, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de