14:51 23 Tebax 2017
Zindî
    Li Wanê perestgeheke ku dîrokê ji nû ve binivîse hat dîtin

    Li Wanê perestgeheke ku dîrokê ji nû ve binivîse hat dîtin

    © Sputnik/
    Jiyan
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 158 0 0

    Li dorûbera Keleha Wanê ya dîrokî, di encama vekolanên li ser dîroka 5 hezar salan a bajêr de, şûnwarnas bi ser perestgeheke olî ya hezar salan ve bûn.

    Xebata vekolînên şûnwarnasiyê ya li wê herêma ku perestgeheke ji hezar salan maye hatiye dîtin, ji aliyê tîmeke bi seroktiya Doç. Dr. Erkan Konyarê Serokê Navenda Lêkolînên Arkeolojiyê yên Dîroka Herêma Wanê ku girêdayî Fakulteya Edebîyatê ya Zanîngeha Stenbolê ye, tê birêvebirin.

    DÎROKA PERESTGEHÊ DIGIHE 2.800 SALAN

    Şûnwarnasên ku di vê vekolîna dîrokî de cih girtine dibêjin, perestgeha ku derketiye rûyê erdê digihe dîroka 2 hezar 800 salan ku bi vedîtina wê perestgehê re dîroka wê herêmê ji nû ve tê nivîsandin.

    Yek ji şûnwarnasê ku di wê xebatê de cî girtiye Arkeolog Ahmet Kinay ji Spûtnîk Kurdistanê re li ser vedîtina wê perestgehê û girîngiya wê ya dîrokê agahî dan.

    Li ber pala Keleha Dîrokî ya Wanê Perestgeheke dema Urartuyan hat vedîtin
    © Sputnik/
    Li ber pala Keleha Dîrokî ya Wanê Perestgeheke dema Urartuyan hat vedîtin

    ŞÛNWARNAS PÊŞÎ RASTÎ HESTIYAN HATIN

    Şûnwarnas Kinay diyar kir ku wan digel tîma arkeologan bi hurgilî di vekolana vê xebatê de cî girtiye û pêşî rastî hestiyên bizin, mî û parçeyên seramîkan hatine, lê piştî ku di zemînê de kevirên çargoşeyî rastî wan hatine êdî fikirîne ku ew der platformeke olî ye.

    Kinay da zanîn, cihê ku vekolîn hatiye kirin dikeve ber pala keleha Wanê û li gor angaştên berê perestgeh tenê li ser kelehê hebû, qral û rêveber jî li kelehê bûn û dihat gotin ku xelkê sivîl jî li dorûbera kelehê jiya ye.

    'ANGAŞT Û NÊRÎNA BERÊ BI VEDÎTINA PERESTGEHÊ PÛÇ DIBE'

    Arkeolog Kinay dibêje, ev angaşta berê bi dîtina perestgeha olî ya niha re pûç dibe û dide xuyakirin, "Dê piştî vedîtina vê perestgeha olî dîrok ji nû ve were nivîsandin. Beriya vê vekolanê û piştî wê jî tabletên heriyê û mohrên berê hatibûn dîtin. Ev nîşan dide ku xelkê li vê derê jiyana xwe didomand, ne mirovên ji rêzê bûn."

    'PERESTGEH WÊ JIYANA MIROVÊN WÊ DEMÊ JI NÛ VE BIDE ŞÎROVE KIRIN'

    Şûnwaras Kinay bi bîr xist ku vedîtina perestgehê herwiha nîşaneya hebûna çîna rêveber e ku li dema Urartuyan anîna nêzîkê malên xwe ya perestgehan jî, hurgiliyeke girîng e û got: "Berî niha me dizanî ku Urartuyan di demên diyarkirî yên nav salê de, ji xwedayên xwe re îbadet dikirin û qûrban didan, lê dê ev hurgiliya nû rê bide ku em ji nû ve jiyana civakî û olî ya wê demê şîrove bikin."

    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de