08:35 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Yemen

    Hejmara miriyan derkete hezar û 992 kesî

    © REUTERS/ Mohamed al-Sayaghi
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 80 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, hejmara miriyên yemenî ku ji ber nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dane derketiye hezar û 992 kesî

    Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî di raporta xwe de ragihand ku ji 27ê Nîsana nexweşî derketibû û pê ve 419 hezar û 804 kes bi vê nexweşiyê ketin û ji wan hezar û 992 kes jî mirin.

    Rêxistinê di berdewamiya raporta xwe de diyar kir ku herî zêde li Hace, Hudeyde, Îbb û Taîzê însan ji ber vê nexweşiyê mirin, di nava rojekê de 3 kes mirin û ev jî nîşan dide ku rêjeya mirina ji ber vê nexweşiyê kêm dibe.

    Li gorî zanyariya hetanî niha 405 hezar û 706 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne. Li Yêmenê ji 2 salan zêdetir e ku pevçûn dewam dikin, ji ber pevçûnan 3 milyon kes ji cih û warên xwe bûn, kesên ku bûn penaber nikarin ava paqij bibînin û sergoyên wan nayên berhevkirin ji ber vê rîska belavbûna nexweşiyê zêde dibe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Generalê Yemenê: Şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê
    Li Yemenê hejmara mirîyên kolerayê gihîşt 859 kesan
    ‘Amerîka ji Iraqê û Sûriyeyê mîlîtan sewqî Yemenê dike'
    Etîketan:
    Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî, Hejmara miriyan derkete hezar û 992 kesî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de