17:37 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Pisîk

    Ji bo kujerê pisîkan 16 sal ceza hat birîn

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Li Amerîkayê ji bo kesekî ku pisîkek kuştiye cezayekî giran hat dayîn.

    Dadgeha Bilind a Îdarî li Herêma California Santa Clarayê bi tawana kuştina 21 pisîkan ceza da tawanbarê bûyerê yê 26 salî Farmer.

    Dadwer Sharon A. Chatman, biryar da ku Farmer bi 16 salên girtîgehê were sizadan. Piştî ku Farmer were serbest berdan jî dê heta 10 salan nikaribe pisîkan xwedî bike û wan bistîne.

    Li gor nûçeya rojnameya herêmî Mercury Newsê li herêma San Joseyê ya Cambrian Parkê di Îlona sala 2005an de bi awayekî nepen gelek pisîk kuştî hatine dîtin û Farmer jî li 8ê Cotmeha 2015an hatiye desteserkirin û li sûcê xwe mikur hatiye.

    Polîsan ragihandibû ku dema Farmer hatiye girtin, di otomobîla wî de kêr û alavên kuştinê û pisîkeke mirî hebûye.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Navê dijminan bêjim, emê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin
    Pêşmergeyê dîl bi guhertina emîrê DAIŞê hat rizgarkirin
    Cîgirê walîyê Amedê ji FETOyê hat binçavkirin
    Dema Erdogan dipeyivî Drone ket: 7 kes birîndar bûn
    'Bi cudabûna kurdan re wê herêm rûbirûyî tsûnamiyê bibe'
    Heyder Şeşo: Bila dijberên referandumê qurbaniyên gelê kurd bînin ber çavê xwe
    Pûtîn sirrê serokê baş eşkere kir
    Etîketan:
    Pisîk, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de