01:34 20 Tebax 2017
Zindî
    penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin

    © REUTERS/ DARRIN ZAMMIT LUPI
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 410

    Rêxistina Navnetweyî ya Koçberîyê (IOM) ragihand ku di 6 mehên pêşî yên sala 2017an de, 2 hezar û 11 penaber dema dixwestin ji ser Lîbyayê biçin Îtalyayê û xwe bigihînin Ewropayê, li nav Behra Spî xeniqîn.

    Li gor rapora IOMê ku îro hatiye ragihandin, sala borî van çaxan di 6 mehên pêşî yên 2016an de, 2 hezar 911 penaber li Behra Spî can dabûn.

    Li gor rapora IOMê, li seranserê cîhanê, ji destpêka 2017an vir ve 2.848 kesan di rêwîtîyê de jiyana xwe ji dest da.

    DI  ŞEŞ MEHAN DE 84 HEZAR PENABER GIHÎŞTIN ÎTALYAYÊ

    IOMê dîyar kir ku îsal heta niha 84.000 kes bi ser rêya behran bi qaçaxî gihiştine Ewropayê ku ji van 72.000 kes gihîştin Îtalyayê, 8.363 kes çûn Yewnanistanê û 3.314 kesan jî xwe gihandiye Îspanyayê.

    DI 2017AN DE HEJMAR KÊMTIR BÛYE

    Li gor amaran hejmara penaberên ku sala borî bi rêya behran xwe gihandin Ewropayê zêdetir bû û di sala 2016an de heta Hezîranê bi qasî 216.000 kes gihîştibûn Ewropayê.

    Di raporê de tê destnîşankirin ku piranîya penaberên çûne Yewnanistanê ji Sûrîyê ne û piranîya penaberên li Îtalyayê jî ji welatên Afrîka yên wek Nîjerya, Erître û Gîneyê ne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn
    Pûtîn bi Erdogan re peyivî: Berjewendîyên me hev digirin
    'Li bajarên kurdan hezar û 110 kes rastî tadeyî û şkenceyê hatin'
    Kendal Nezan: Hewl didin ku rayagiştî ya Fransyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    Ji bo xweza û dîroka bajarên kurdan banga xwedî derketinê
    Etîketan:
    Penaber, Lîbya, Îtalya, Sûrîye, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de