04:40 26 Sibat 2018
Zindî
    gul-hezkirî-evîndar

    Ji bo roja dayîkan diyariyek çawa?

    © REUTERS/ Jaime Saldarriaga
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 11

    Çend rojên din yanî 14ê Gulanê li Tirkiyeyê Roja Bîranîn û Rûmetdayîna Dayîkan e. Di vê roja sembolîk de herkes li gorî pereye di bêrîka xwe de diyariyan dikirin. Lê gelo di wê rojê de diyariya ku wê dilê dayîkên kurdistanî xweş bike çi ye?

    Jinên 8ê Adarê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Bi nêzîkbûna rojê di nava malê de tevgerek xweş dest pê dike. Gelek kes niha difikirin ku û dibêjin ‘ka me îsal diyariyek çawa bikiriya an surpîzeke çawa çêkira da ku dilê dayika me xweş û geş bûbûya?' Gelek pêşniyarî hene bo vê rojê lê mirov dikare çendekan wiha bi kurtasî eşkere bike.

    Ger dayika we ji çêkirina xwarinê hez dike hûn dikarin jê re taximê firaxan bikirin, wê li kurseke xwarinê bidin nivîsandin, beroşên wê yên kevn yên sifir nû bikin yan jî jê re semawerekî çayê bikirin.

    Ger ew ji tiştên teknolojîk hez dike, hûn dikarin jê re radyasyonmêjek telefonê, tabletek ku karibe tê de ji xwe re mestereyên dora leçekan an fanêrê zarokan peyda bike, hoparlor ku karibe muzîkê bi dengekî bilind guhdar bike, an jî berguhkan bikirin.

    Ger hûn dibêjin na yek ji vana jî bala dayîka min nakşîne ew çax jê re tiştên ku kêfa hema hema her jinî jê re bê bikirin mînak; alavên makyajê, kremên ciwanbûnê, leçek an jî pêleveke havînî bikirin an tizbiyekê bikirin. Lê wekî pêşniyara dawî ger dayîka we cil û bergên kurdî li xwe dike, jê re miheqeq kirasekî sor bikirin da ku ew bibe bextewertirîn jina wê rojê.

    Wêneyek ji defîleya cil û bergên kurdî a li Qamişloyê.
    © AFP 2018/ Delil Souleiman
    Wêneyek ji defîleya cil û bergên kurdî a li Qamişloyê.

    Bi heman mijarî:

    Eleqeya li hember cil û bergên kurdî çima zêde dibe?
    Cil û bergên gelêrî yên kurdî li Qamişlo hatin pêşandan
    Etîketan:
    roja dayikan, xelat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de