16:42 27 Gulan 2018
vural tantekin

Dengbêjê Hamlet a Kurdî bû Goşto!

© Sputnik / Sertaç Kayar
Jiyan
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 61

Şanogerê navdar yê kurd Vural Tantekin ku 27 sala şanogerî di kir û Hamlet a Kurdî jî di navde di gelek lîstik û rêzefilman de cîh digirt ji ber ku Şanoya Bajêr bi biryara qeyûm hate girtin dest bi karê xwarinê kir. Tantekin bi navê Goşto xwarinê kurdewarî çêdike.

Li Amedê pişti tayînkirina qeyûm gelek deverên çand û hunerê hatin girtin. Yek ji wan jî Şanoya Bajêr e. Piştî girtina Şanoya Bajêr gelek şanoger ji kar hatin derxistin. Piştî girtinê şanogeran bi navê Şanoya Bajêr a Amed avakirin. Her wiha hinek ji wan jî ji bo debara xwe bikin dest bi karên nû kirin. Yek ji wan jî şanogerê kurd yê yê navdar ku 29 sala li ser dike cîh digirt Vural Tantekin e. Tantekin piştî tayînkirina qeyûm ew dan beşa zabita lê qebûl nekir û ji kar hat derxistin.

Piştî ji derxistina kar Tantekin bi navê Goşto cihê xwarinê vekir. Hindirê kargehê jî bi wêneyên ku listikên şano yên ku di wan de dilîst xemilandîye.

‘EZ LI BENDA ROJA KU VEGERIM'

Tantekin di gelek rêzefilm ên weke "Sila" "Berivan" "Aşka Surgun" ku hunermend Mahsun Kirmizigul, Beren Saat, Behram Şimşek, İlyas Salman jî cîh digirin dilîst. Her wiha di listîka yekem ya Hamlet a kurdî de weke dengbêj cîh digirt. Tantekin ê ku dibêje "Mi salê xwe da vî karî û aniha ez li virim" wiha axivî "Jiyan dewam dike. Ez gelek xemgîn bûm lê ez bawerim ev wisa naçe. Mi navê wê xwest ku bi kurdî be û xwarinê gelerî ez çêkim. Çêkirina xwarinê jî hunereke. Lê zor û zehmet e. Ez hêvidarim ku em ê li vî welatî bi serkevin. Ez li benda wê roja ku ez ê vegerim hunera xwe me."

Bi heman mijarî:

Qeyûm ji bo şaredariya Pîran a Amedê hat tayînkirin
31 Şanogerên girêdayî Şaredariya Amedê ji kar hatin derxistin
Lewheya Şaredariya Amedê hate guhertin
Qeyûmê Şaredariya Amedê qeyrana dil derbas kir
Etîketan:
vural tantekin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de