00:44 24 Hezîran 2018
Pitik

Pitik li şûna malzarokê di zikê diya xwe de mezin bû

© REUTERS /
Jiyan
Lînkê kurt
0 10

Li herêma Altay a Rûsyayê pitikek bi awayê 625 milyonan carekê çêdibe hat dinyayê. Pitika bi navê Veronîka heta jidayikbûnê jî li şûna malzarokê di zikê diya xwe de mezin bû.

Pitika keçik a ku li herêma Altay a Rûsyayê bi 4.1 kîloyan hatiye dinyayê ne di malzoraka diya xwe de, di zikê diya xwe de mezin bû û piştre jidayik bû.

DI 625 MILYONAN DE CAREKÊ TÊ DÎTIN

Hat diyarkirin ku ji 625 milyonan carekê zarokek bi vî awayî jidayik dibe ku cîhana tibê ev yek wek mûcîzeyekê nirxand.

Hat zanîn ku ji ber diya Veronîka bi sedemên baweriyên olî nexwestiye xwe nîşanî doktoran bide, nehatiye zanîn ku pitik li şûna malzarokê di zikê diya xwe de mezin dibe.

BERÎ HATINA PITIKÊ BI ROJEKÊ PÊ HESIYAN

Dayika Veronîkayê ya 31 salî ji Ukraynayê ji ber şerê li Donbasê derbasî herêma Altayê bûye û berî rojekê bi anîna zarokê bi vê rewşê hesiyaye.

Hat ragihandin ku Veronîka 4.1 kîlo û 56 santîm e û ti kêşeyeke wê ya tenduristiyê nîne.

 

Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de